ROJEVA 17'Ê ADARA 2023'YAN 2023-03-17 09:00:01     * Esma Seydaoglû gava ku zarok bûye çîroka Newrozê ji pîra xwe guhdar kiriye û gava mezin bûye kêlî bê kêlî ew çîrok bi çavê xwe dîtiye. Seydaoglû got: "Em bi saetan dimeşiyan ji bo em biçin qada Newrozê. Em diçûn Qada Fûarê ya li ser rêya Erxeniyê. Me gelek ked da, em gelekî têkoşiyan."    * Îro bi sedhezaran kes li dora agirê Newrozê ku komeke ciwanan di sala 1991’an de li Wanê vêxistibû tên ba hev. Bêyî ku guh bidin baran, herî, qedexe û astengkirinan, xelkê bajar dê îsal jî li qontara kelehê bê ba hev.    * Ercan Kûrkût ê ku birayê wî Kemal Kûrkût di Newroza Amedê de hat kuştin got: “Meha adarê mehek bi êş û xem e, lê dîsa jî rastiya Newrozê heye.”     * Amadekariyên Newroza ku dê li bajarên Egeyê di 19'ê Adarê de bê pîrozkirin temam bûn. Endamê Meclisa Partiyê ya HDP'ê Aydin Çetînkaya got: "Ji bo em desthilat bişînin ser sergoyê dîrokê, em ê li qadan bin."    * Li Meletiyê ji ber barana bi lid konên mexdûrên erdhejê di bin avaê de man. Şehrîban Dogan got: "Em çûn AFAD'ê me konteyner xwest, lê ji me re gotin 'hûn dikarin bikirin.'"    * Li Islahiyeyê cotkar, ji bo makîne û ekîpmanên xwe yên wêran bûne li benda alîkariyê ne.    * Tirkiye amadekariyên hilbijartina 14'ê Gulanê dike. Lê siyaseta mêrserwer li ser maseyê destkeftiyên jinan ji xwe re kiriye mijara bazarê. Rêvebera Komeleya Jinan a Starê Meryama Aslan bertek nîşanî vê da û got ku xurtbûna têkoşîna jinê hem desthilatê hem jî dewletê çavtirsandî dike.    * Li Botanê kelecana Newrozê dest pê kir. Botaniyan anîn ziman ku ev Newroz, Newroza hesab pirsinê ye û wiha bang kirin: "Li hemberî Dehaqan dê berxwedana Kawayan jî bidome. Divê em qada Newrozê tije bikin."    * Li Îzmîrê Cahît Gunay ê 70 salî û ji 13’ê salî vir ve Newrozê pîroz dike, diyar kir ku Newroz hêvî, berxwedan û pêşeroj e û anî ziman ku heta ku azadî were welat wê mezinbûna agir bidome.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 725’an de berdewam bike.    * Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, bi boneya 40’emîn roja erdhejên navenda wan Mereşê dê li Hatay, navçeyên Antakya, Samandag û Îskenderûnê serdana mexdûrên erdhejê bikin. (12.30-16.30) ZINDÎ   * Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan wê serdana taxên Suleymaniye û Sîgorta yên Rihayê ku lê lehî rabûn bike. (13.00-14.00) ZINDÎ   * Ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan ji ber roja 40’emîn wê li gelek bajaran çalakiyên bîranînê bên lidarxistin. (13.00-19.00)   * Meclisa Jinan a HDP’ê ya Stenbolê wê li navçeyên Kartal, Fatîh û Esenyûrtê bi awayekî hemwext agirê Newrozê pêxe. (20.00)