Ege ji bo Newrozê amade ye 2023-03-17 09:00:47 ÎZMÎR - Amadekariyên Newroza ku dê li bajarên Egeyê di 19'ê adarê de bê pîrozkirin temam bûn. Endamê Meclisa Partiyê ya HDP'ê Aydin Çetînkaya got: "Ji bo em desthilat bişînin ser sergoyê dîrokê, em ê li qadan bin."    Newroza îsal dê li 43 deverên Kurdistan û Tirkiyeyê bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” bê pîrozkirin. Ji bo pîrozbahiyên Newrozê yên li Îzmîr, Mûgla, Aydin, Manîsa, Denîzlî û Balikesîrê destûr hat dayîn û amadekarî temam bûn. Li bajarên Egeyê Newroz dê di 19'ê adarê de bê pîrozkirin.    * Li Îzmîrê Newroz dê saet di 13.00'an de li Qada Gundogdûyê bê pîrozkirin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan ozturk, Parlamentera Partiya Demokratîk a GElan (HDP) a Îzmîrê Serpîl Kemalbay, siyasetmedar Sirri Sureyya Onder, Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu û nûnerên Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) dê tev li pîrozbahiyê bibin. Koma Hevra jî dê derkeve ser dikê.    * Li navçeya Efeler a Aydinê, Newroz dê li Taxa Osman Yozgatli saet di 10.'an de bê pîrozkirin. Parlamenterê HDP'ê Kemal Pekoz û endama Meclisa Partiyê ya HDP'ê Bedriye Yorgûn dê di pîrozbahiyê de biaxivin. Hunermend Ayşenûr Kolîvar jî dê derkeve ser dikê.    * Li navçeya Bodûrmê ya Mûglayê jî Newroz dê li Bazara Yalikavakê saet di 12.00'an de bê pîrozkirin. Parlamenterê HDP'ê Mûrat Çepnî, Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya dê wekî axaftvan tev li pîrozbahiyê bibin. Hunermend Ozlem Baglayan jî dê bi stranên xwe li ser dikê be.    * Li navçeya Merkezefendî ya Denîzliyê jî Newroz dê li Bazara Esentepeyê saet di 12.00'an de bê pîrozkirin. Parlamenterê HDP'ê Mahmût Togrûl û siyasetmedar Yuksel Mûtlû dê di pîrozbahiyê de biaxivin. Hunermend Ozlem Taner jî dê bi stranên xwe li ser dikê be.    * Li navçeya Yûnûsemreyê ya Manîsayê Newroz dê saet di 14.00'an de li Qada Laleyê bê pîrozkirin. Parlamentera HDP'ê Remziye Tosûn û Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya HDP'ê Nacî Sonmez dê di pîrozbahiyê de biaxivin. Hunermend Mihemed Serhedî jî dê bi stranên xwe li ser dikê be.    * Li navçeya Ayvalik a Balikesîrê dê Newroz di 19'ê adarê de saet li 14.00'an li Qada Yeniyê bê pîrozkirin. Parlamenterê HDP'ê Erol Katircioglû û siyasetmedar Çîçek Ariç dê di pîrozbahiyê de biaxivin. Hunermend Servan jî dê bi stranên xwe li ser dikê be.    * Li navçeya Bandirma ya Balikesîrê jî Newroz dê di 21'ê adarê de saet di 17.00'an de li Taxa Yuzyilê bê pîrozkirin. Parlamenterê HDP'ê Hasan Ozguneş, Endamên Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya HDP'ê Tûrgût Çatar û Eylem Sarica jî dê di pîrozbahiyê de biaxivin. Koma Jin Awaz jî dê bi stranên xwe li ser dikê be.    Endamê Meclisa Partiyê ya HDP'ê Aydin Çetînkaya bal kişand ser girîngiya Newroza îsal û ji bo beşdarbûna li Newrozên bajarên Egeyê bang kir û got: "Ji bo em desthilat bişînin ser sergoyê dîrokê, em ê li qadan bin."