‘Balavxane di nava jiyanê de bûye mîna odeyeke biçûk’ 2023-03-17 11:29:28 MEREŞ - Guher Durmaz balavxaneya ku li Elbistanê ava kirine weke “di nava jiyanê de odeyeke biçûk” pênase dike û wiha dibêje: “Veguherî qadeke ku mirov tenêtiya xwe lê derbas dikin, sihbetê dikin, dikenin û henekan lê dikin.”    Welatiyên ku piştî erdhejê li navçeya Bazarcix a Mereşê di konan de dijîn, nikarin gelek pêdiviyên xwe bi cih bînin. Yek ji pirsgirêkên sereke yên mexdûrên erdhejê jî hîjyen e. Ji roja destpêkê heta niha rayedar xemsar tevdigerin û kesên dilxwaz alîkariyê didin mexdûrên erdhejê. Di çarçoveya xebatên li navçeyê de li Taxa Cumhuriyetê bi pêşengtiya “Dilxwazên karesatê” de balavxaneyeke ku ji 4 makîneyên cilşûştinê û 2 jî yên ziwakirinê pêk tê hate avakirin. Li dora balavxaneyê gelek konbajar hene û heta astekî bo mexdûrên erdhejê dibe alîkar.    PÊVAJOYA AVAKIRINA BALAVXANEYÊ   Ji dilxwazan Guher Durmaz wiha qala avakirina balavxaneyê kir: “Tevî 8 hevalên xwe hatim vê derê. Ji roja duyemîn ve me 28 rojan li Febrîqeya Şekirê bo bi hezaran kesan xwarin çêkir û li gundan belav kir. Her wiha me hewl da erzaq û cilan bigihînin gel. Piştre me li gel ‘Dilxwazên karesatê’ balavxaneyek ava kir. Di hefteyên ewil de welatiyan cil û berg zêde digirtin û hewl didan xwe bi wan germ bikin. Piştre em fikirîn û me got ku heke balavxane hebe, qet nebe dê mirov cilên paqij li xwe bikin. Me agahî li derdora xwe belav kir û di demekî kin de pere hatin komkirin. Bi tirsa ku dê alîkarî bên desteserkirin, me makîneya cilşûştinê bi wesayîteke biçûk anî. Dema me ji qeymeqamtiyê konteynir standî jî AFAD’ê hewl da bi darê zorê desteser bike. Lê piştre me li hev kir.”   Bi domdarî Durmaz ev tişt anî ziman: “Dema jin cilan tînin vê derê, hem bi me re hem jî di navbera xwe de diaxivin. Ev yek me keyfxweş dike. Herî zêde pêdiviya wan bi piştgiriya psîkolojîk heye. Me ev der veguherand cihekî rengîn. Li vir bi hev re diaxivin, sihbet dikin, bi me re peywendiyan didanin û derdên xwe parve dikin. Anku bû cihekî ji balavxaneyê wêdetir. Mirovên xwedî heman êşan li vir tenêtiya xwe derbas dikin, sibhet dikin, dikenin û henekan dikin. Xelk naxwaze warê xwe biterikîne lê divê derfetên jiyaneke bitendurist jê re bên afirandin. Fikra ‘li balavxaneyê jiyaneke nû tê avakirin’ di her kesî de pêş ket. Gelek kes ji me re dibêjin; ‘hema hûn li vir bin, em tiştekî din naxwazin.’ Em carnan bi hev re dikin, carnan digirîn û carnan jî tenê hev hembêz dikin. Ev der, di nava jiyanê de weke odeyeke biçûk e.”      PROJEYÊN DOMDAR    Ji dilxwazan Alî Çetînsoy jî 12 saet piştî erdhejê di mitbaxa Febrîqeya Şekirê dest bi xebatê kir. Piştre jî li gel “Dilxwazên karesatê” dest bi xebatan kir. Çetînsoy jî wiha qala balavxaneyê dike: “Projeyên Dilxwazên Karesatê yên domdar hebûn. Sendîkabûyîn, alîkariya bi gundî û cotkaran re, demekî dirêj mayîna li vê derê û avakirina komeleyan fikrên baş bûn. Lewma bi wan re xebitîm. Me di nava 3-4 rojan de balavxane ava kir. Piştre me konteynirek peyda kir û balavxane ava kir. Kesên tên vê derê bi dilrehetî her daxwazên xwe bo me dibêjin. Germahiyeke wiha çêbû û em bi vê keyfxweş in. Dema cilên xwe dişon, 2-3 saetan bi me re sihbet dikin. Projeyeke serkeftî ye û deriyê me bo her kesî vekirî ye.”      MA / Yusra Batihan