Dê rojnameger Bayram bibin Enqereyê 2023-03-17 11:52:19   MÊRSÎN - Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Hamdûllah Bayram li Mêrsînê hate binçavkirin û dê bibin Enqereyê.    Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Hamdûllah Bayram ku li gel 11 nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê derheqê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin, şevê din li navenda Mêrsînê hate binçavkirin. Bayram niha li Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê tê ragirtin û dê di nava rojê de derbasî Enqereyê bê kirin.