Aydenîz: Gelê me wê di 14’ê Gulanê de ji desthilatê hesab bipirse 2023-03-17 12:50:21   MELETÎ - Hevseroka Giştî ya DBP’ê li Meletiyê bi minasebeta çilrojiya qurbaniyan serdana mexdûrên erdhejê kir û got: “Îktidar ketiye pey rantê. Her çiqas îstîfa nekin jî wê gelê me di 14’ê Gulanê de hesabê vê yekê bipirse.”    Li taxa Ornek a bi ser navçeya Wêranşara Meletiyê bi minasebeta çilrojiya qurbaniyên erdhejê loqme hat belavkirin. Bername bi pêşengiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Meletiyê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Serhat Eren, parlamenterên HDP’ê Garo Paylan û Abdullah Koç beşdarî bernmeyê bûn.    ‘ÎKTIDAR KETIYE PEY RANTÊ’    Hevseroka DBP’a Salîha Aydenîz di bernameyê de axivî û wiha got: “Bobelatek bi serê me ve hat. Ev karesatek xwezayî bû lê sedemê ewqas ku hilweşîn giran çêbû jî îktidar e. Karesata îktidarê ji ya karesata xwezayî girantir e. Sedema ewqas qurbanî çêbûn jî helbet polîtîkayên rantê yê îktidar û dewletê ne. Ji ber polîtîkayên wan dijminane ewqas qurbanî çêbûn. Ji roja ewil ve em li cem gelê xwe ne û em ê her li cem gelê xwe bin.   40 roj di ser erdhejê re derbas bûn lê belê hê jî birînên gelê me nehatine kewandin. Hê jî îktidar û dewletê ji bo mexdûriyeta gel ji holê rabibe tiştek nekiriye. Mirov xwe bi xwe ji bin van kavilan derket. Lê hê jî îktidar li pey rantê ye. 40 roj in gel ketiye pey derde ku wê çawa birînên xwe bipêçe lê îktidar jî ketiye pey rantê û wê pere bide kîjan alîgirên xwe.    ROJA HESABPIRSÎNÊ 14’Ê GULANÊ YE    Tevî ewqas hilweşîn û êşa giran jî lê rayedarek îktidarê jî îstîfa nekiriye. Yên ku ji ber erdhejê divê îstîfa bikirina lê nekirin û îro rabûne ji bo hilbijartinê îstîfa dikin. Dixwazin ji nû ve îktidarê û rantê di destê xwe de bihêlin. Tu polîtîkayek îktidarê ji bo gelan û baweriyan nîne. Em ê bi gelê xwe re dest bidin destê hev û êş û birînên xwe bikewînin. Ji bo em hesabê her qurbaniyek xwe bipirsin em ê li qadan li cem gelê xwe bin. Çûna bêhesabdayînê nabe. Ew jî viya baş dizanin. Dibînin ku têk çûne. Dê biçin lê em ê hesabê hemû mafên gelê xwe ji wan bipirsin. Tenê sedemek ewqas hilweşînê heye ew jî polîtîkayên şer û dijminane yên îktidarê ye û naxwazin gelan nas bikin. Ketine pey rantê. Her çiqas ew îstîfa nekin jî wê gelê me di 14’ê Gulanê de hesabê vê yekê bipirse.”    Şande piştî bernameya li taxa Ornekê ji bo beşdarî bernameya mewlûda li navçeya Wêranşarê bibe derbasî navçeyê bû.