Rojnamevan Yildirim hate berdan 2023-03-17 12:57:00   STENBOL - Rojnamevan Aren Yildirim ê li Stenbolê hatibû binçavkirin, li edliyeyê hate berdan.    Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hate birêvebirin de di 15’ê adarê de edîtorê servîsa kurdî yê Bîanetê Aren Yildirim bi serdegirtina polîsan hate binçavkirin. Yildirim ê hatibû binçavkirin biribûn Miduriyeta Polîsan a Stenbolê. Yildirim ê duh li miduriyeta polîsan îfadeya wî hate wergirtin, ji ber nûçeyên çêkirin û axaftinên bi telefonê çavkaniyên nûçeyan re kirin bi “endamtiya PKK’ê” hate sûcdarkirin. Yildirim anîn Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.    XEBATÊN WÎ YÊN ROJNAMEVANIYÊ HATIN PIRSÎN    Yildirim ê dozgeriyê îfadeya wî wergirt, nûçeyên wî çêkirin û axaftinên bi çavkaniyên nûçeyan re jê pirsîn. Yildirim û parêzerê wî Emrah Baran dan zanîn ku hemû xebatên wî bi temamî xebatên rojnamevaniyê ne.    Yildirim ê kirariyên wî yên dozgeriyê temam bûn hate berdan.