Buldan: Derfet heye ku em vê feraseta dizî, talan û nelirêtiyê têk bibin 2023-03-17 13:33:23 RIHA - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li taxên Rihayê yên ji lehiyê bandor bûn lêkolîn kir û wiha got: “Sedema vê karesatê îktîdar e. Derfet li pêşiya me hene ku xwe ji vê îktîkdarê xelas bikin û vê feraseta diz û nelirêtiyê têk bibin. Ev firsend jî hilbijartinên di 14’ê gulanê de ne.”   Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Ayşe Surucu, Omer Ocalan, Nûsrettîn Maçîn û Nîmetûllah Erdogmûş çûn serdana Pîazza AVM’ê ya li navçeya Eyyûbiye ya Rihayê ku di bin lehiyê de mabû. Buldan, piştî lêkolîna li AVM’ê daxuyanî da.     BULDAN: EM BIHÊRS IN   Buldan, got ku ew li hemberî îktîdara ku birînên gel derman nake û alîkariyê nade bihêrs in û wiha domand: “Bi ser erdhejê re çil roj derbas bûn lê hêj pêdivî bi xurek û cihên mayînê heye. Bêguman ev yek neheqiyeke mezin e. Weke HDP’ê em ji destpêkê heta niha em piştevaniyê didin û hewl didin birînên xwe bi hev re derman bikin. Em ê ji vir û şûnde jî bi hev re bin. Pirsgirêkên mexdûrên erdhejê nehatin çareserkirin. Pirsgirêka cihê mayînê, konteynir, kon û avê heye. Xelk neçar dimîne ku warên xwe biterikîne. Ev îktîdar birînên gel derman nake. Bi şoveke mezin kampanya dan destpêkirin. 115 milyar TL pere kom kirin. Em dipirsin; gelo ev 125 milyar TL li ku ne? We ev pere dan kê û li ku belav kirin. Yek qirûş jî nedane mexdûrên erdhejê.    EM Ê LI SER SINDOQÊ HESABÊ BIPIRSIN   Firotina konan û xwînê ji bo vî welatî şermekî mezin e. Bêguman em ê hesaba van tevan li ser sindoqê ji wan bipirsin. Çar roj berê li vê derê kareseteke din çêbû û li Rihayê 15 û li Semsûrê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Lê Wezîrê Çandinî û Daristanan dibêje; ‘erê 15 kes mirin lê ax gihişte avê.’ Van hişê xwe avêtiye. Ne wijdan, ne aqil û ne jî exlaq van gotinan qebûl dike. Divê ev kes lêborînê bixwaze û îstîfa bike. Binesaziya Rihayê pirsgirêk e û di baraneke herî kêm de lehî radibe. Ev yek nîşan dide ku kesên vî welatî û bajarî birêve dibin divê hesabê bidin. Em tevek dibînin bê ka talan, dizîkerî û nelirêtiyê welat xistiye çi halî. Gelo hûn bi kîjan aqilî AVM’ê li rex rûbar çêdikin. Hêj mirov li vir li cenazeyan digerin.     SEDEMA MEXDÛRIYETAN PIRSGIRÊKA BINESAZIYÊ YE    Welatî ji bo derxistina wesayîtên xwe li vir disekinin. Tê gotin ku nêzî 400 wesayît di bin AVM’ê de ne. Lê ev 4 roj in bi pompeyê avê vala nakin da ku xelk wesayîtên xwe derxîne. Ev bû 4 roj ku avê nadin vî bajarî ji ber ku ava şebekeyê jê bandor bûye. Li bajarên binesaziya wan xurt çiqas lehî rabin jî mirin çênabin. Lê ji ber rêveberiyên bajarên Riha û Semsûrê, ji ber nelirêtiyan pirsgirêka binesaziyê heye û sedema van mexdûriyetiyan jî ev e.     14’Ê GULANÊ FIRSENDE   Me li vir careke din dît ku mexdûriyeteke pir mezin heye. Lê xelk terkî qedera xwe hatiye kirin. Firsendek li pêşiya me heye ku xwe ji vê îktîdarê xelas bikin û vê feraseta dizî, talan û nelirêtiyê têk bibin. Ew jî hilbijartinên 14’ê gulanê ne. Xelkê dê hesaba vê ji wan bipirse. Heqê kesekî nîne ku gelê me wiha mexdûr bike.”   BULDAN PIRSGIRÊKÊN GEL GUHDARÎ KIR   Piştî axaftinê jî Buldan û kesên pê re li Rûbarê Karakoyun û Taxa Suleymaniye ya navçeya Eyubiyê lêkolîn kirin û li pirsgirêkên gel guhdarî kirin.