Agirê Newrozê wê li 39 navendan were vêxistin 2023-03-17 16:36:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Newroza 2023'yan ku agirê wê yê ewil li navçeya Şemzînanê hate vêxistin, wê li 39 navendan were lidarxistin.    Newroza 2023’yan bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” wê li 39 navendan were lidarxistin. Di Newroza ku diyarî qurbaniyên Newroza navenda wê Mereşê hate kirin de wê axivîner û hunermend cilên reş li xwe bikin, qurbanî wê bên bibîranîn û helwesta dewletê ya erdhejê wê were şermezarkirin.    Agirê ewil ê Newroza ku di 10’ê adarê de li Amed 11’ê adarê jî li Stenbolê bi deklerasyonan starta wê hate dayîn di 15’ê adarê de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê hate vêxistin.    Pîrozbahiyên Newrozê yên 18’ê adarê wê di 21’ê adarê de bên lidarxistin. Her wiha ji ber karesata lehiyê pîrozbahiyên li navçeya Wêranşar a Rihayê bihatina lidarxistin û pîrozbahiyên 3 navendên din hatin betalkirin.    Navendên ku dê di 19, 20 û 21’ê Adarê Newroz lê bên pîroz kirin wiha ne:    19’Ê ADARÊ ROJA YEKŞEMÊ   Stenbol, Wan, Mêrdîn-Qoser, Colemêrg-Gever, Dêrsim, Çewlik, Êlih, Sêrt, Îdir, Mûş, Enqere, Mêrsîn, Antalya, Îzmîr, Aydin, Mugla, Denîzlî, Manîsa, Bursa, Trakya, Balikesîr-Ayvalik, Kocaelî-Gebze, Bedlîs-Tetwan, Sakarya-Arîfiye   20’Ê ADARÊ ROJA DUŞEMÊ    Qers, Colemêrg, Agirî, Dep, Erdexan, Erzirom-Qereyazî, Agirî-Panos.    21’Ê ADARÊ ROJA SÊŞEMÊ    Amed, Şirnex-Cizîr, Riha-Wêranşar, Çanakkale, Balikesîr-Bandirma, Erdexan-Golan, Nisêbîn, Agirî-Bazîd, Mûş-Mazgîrt.