Kiliçdaroglû hevdîtin bi Turkan Elçiyê re kir 2023-03-17 19:43:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Miletê û Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû, hevdîtin bi Seroka Desteya Rêveberi a Weqfa Mafên Mirovan a Tahir Elçî Turkan Elçiyê re kir.    Namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Miletê û Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû, hevdîtin bi Seroka Desteya Rêveberi a Weqfa Mafên Mirovan a Tahir Elçî Turkan Elçiyê re kir.     Kiliçdaroglû, îro li Navenda Giştî ya CHP'ê bi Turkan Elçî û kurê wê Arda Arîn Elçî re hevdîtin kir. Kiliçdaroglû, rozeta CHP'ê bi Elçiyê vekir ku tevlî CHP'ê bû.   Cîgirê Serokatiay Giştî ya CHP'ê Ogûz Kaan Salici, endamê Meclîsa Partiyê Devrîm Bariş Çelîk û Şêwirmendê Serokê Giştî Abdûrrahman Yargûcû jî di hevdîtinê de amade bûn.