Li Cizîrê ji bo Newrozê belavok hatin belavkirin 2023-03-17 19:47:38   ŞIRNEX- Li Cizîrê ji bo Newrozê ku dê di 21'ê de bê pîrozkirin, belavok hatin belavkirin.    Newroza îsal dê bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” bê pîrozkirin. Piştî ku starta Newroza îsal hat dayîn, li Cizîrê ku dê Newroz di 21'ê Adarê de bê pîrozkirin, ji aliyê HDP'a Cizîrê ve belavok hatin belavkirin. Belavok li gund û taxên navçeyê hatin belavkirin. Di dema belavkirinê de dirûşmeya "Newroz pîroz be" hat berzkirin. Ji xeynî HDP'a Cizîr, Rêxistina Partiya Çepgir a Keskan a navçeyê û gelek welatî tevlî xebatê bûn.