'Girtîgeha Amedê divê bibe muzeya hevrûbûnê' 2023-03-18 09:01:18   AMED - Bi fermana Erdogan tê xwestin ku Girtîgeha Amedê ya Hejmara 5'an ku di dema darbeya 1980'yî de wekî navenda îşkenceyê dihat bikaranîn, bibe muze. Endamê Komeleya 78'an Ganî Alkan li ber vê rabû û xwest ku girtîgeh bibe "navenda edalet û hevrûbûnê."    Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan di hatina xwe ya dawî ya Amedê de ferman dabû ku Girtîgeha Amedê ya Hejmara 5'an ku di dema darbeya leşkerî ay 1980'yî de wekî navenda îşkenceyê dihat zanîn, bibe "Muzeya Etnografya û Bîranînê." Endamê Komeleya 78'an Ganî Alkan ku di dema darbeyê de hatiye girtin li dijî vê rabû. Alkan bilêv kir ku girtîgeh navendeke îşkenceyê bû û bi sûcê li dijî mirovahiyê tê bibîranîn û got ku pêkanînên Esat Oktay Yildiray û koma wî ya îşkenceyê hê jî di bîra mirvan de ne. Endamê Desteya Rêveber a Komeleya 78'an got ku armanca sereke ya desthilatê ew e ku vî cihwarî ji wateya wê ya sereke dûr bixe û bîrê ji holê rake.     'KOMÎSYONA EDALET Û HEVRÛBÛNÊ'   Alkan bibîr xist ku Girtîgeha Hejmara 5'an navenda îşkenceyê bûye û got: "Ji bo li vir heqîqet, edalet û hevrûbûn derkeve holê, em Komeleya 78'an, rewşenbîr, rojnamevan û hiqûqnas jî di nav de me komîsyonek ava kir. Ji bo tiştên li zindanê çêbûne derkevin holê me hevdîtin bi 520 kesî re kir. Me di sala 2007'an de kampanyaya îmzeyê da destpêkirin û me 100 hezar îmzeyên ku berhev kirin me da partiyên li meclisê (MHP ne tê de). Di heman demê de wê demê em ev îmze dan Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî ji bo daxilî nava karê veguherandinê bibe. Wê demê Erdogan bi xwe jî ev mijar bilêv kir. Li meclisê me hevdîtin bi partiyan re kir, lê ji me re gotin niha bisekinin."    'BILA BIBE MUZEYA MAFÊN MIROVAN'   Alkan bibîr xist ku beriya serdana Erdogan a di cotmeha 2022'yan de girtîgeh hatiye valakirin û wiha axivî: "Piştî ku gotin dê ev der ji Wezareta Dadê bê stendin û dewrî Wezareta Turîzm û Çandê bê kirin, me civîneke çapemeniyê li dar xist. Me got, ger ev der bibe muze, divê bibe Muzeya Mafên Mirovan an jî bîra mafên mirovan. Lê gotin dê navê vir bibe Muzeya Çand û Hunerê. Bi pêeşngiya Orhan Mîroglû yê AKP'î komisyonek ava kirine ji xwe re û bêyî ku ehvdîtinê bi me Komeleya 78'an re bikin, mifteya muzeyê radestî wî kirine."    'BILA BÎRANÎNA XEYRÎ Û MAZLÛMAN BIJÎ'   Alkan bal kişand ser nûçeyên ku ragihandine dê ev der bibe "Muzeya Etnografya û Bîrê" û wiha got: "Ev çi ye? Her kes dizane ku Esat Oktay Yildiray li vir dibistana leşkerî vekiribû. Ji ber ku dibistaneke leşkerî bû, xwendekarên leşkeriyê hemû ji hest û fikirên xwe bûn. Bingeha îşkenceyê ev der bû. Li vir digot, 'Bi tirkî biaxive, pir baixive.' Lê wê di hundirê etnografyayê de çi hebe? Hemû kincên di dîroka tirk-îslamê de hene. Armanca sereke ya vê ew e ku ev der bê valakirin û ji wateya xw eya sereke bê dûrxistin. Bi tu awayî bi me neşêwirîn. Ger tiştek bê kirin, divê bi me bişêwirin. Em dibêjin; bila bîranîna Xeyrî, Kemal û Mazlûman û gelek kesên din ên li wir jiyana xwe ji dest dane bijî."    Alkan diyar kr ku piştî erdhejên Mereşê bihîstine ku girtîgeh xesar ji erdhejê girtiye û dê bê xerakirin û got: "Ger tiştek wiha hebe, endezyar dikarin biçin mêze bikin. Ne karekî zehmet e. Em baş dizanin ew der saxlem e û jixwe ne cihekî bilind e. Ger xesareke hebe divê bê belgekirin. Ji lew re li wir mirov jiyana xwe ji dest dane. Li wir mirov rastî her cure îşkenceyê hatine. Mirov seqet bûn. Rûxandina vir, tê wateya rûxandina bîrekê. Divê he rkes destê xwe deyne ser wijdanê xwe. Divê nehêlin ev der winda bibe. Ger li welatekî hevrûbûn çêbibe, ger hiqûq demokrasî hebe, hevrûbûn ji vir dest pê dike."    MA / Mehmet Guleş