Onlîk ê ji konebajar hat derxistin: Piştî erdhejê, lehiyê li me da! 2023-03-18 09:02:37 AMED - Remzî Onlîk ku ji ber erdhejê xaniyê wî xesar dîtiye û ji bêgavî li konebajarê li qeraxa Çemê Dîcleyê dima û niha ji ber lehiyê ji konebajar derketiye, anî ziman ku du caran hatine mexdûrkirin û got ku êdî naxwaze veger wî cihê wekî girtîgehê.    Li Amedê tevî hemû bertekan jî li qeraxa Çemê Dîcleyê konebajar ji bo mexdûrên erdhejê hatibû çêkirin. Lê ji ber lehiya du roj berê mexdûrên erdhejê yên li vir ji konebajar hatin derxistin. Ji mexdûran Remzî Onlîk (70) anî ziman ku di erdhejê de mexdûr bûne, lê li vî konebajarî careke din hatine mexdûrkirin.    KES ELEQEDAR NABE   Onlîk ku xaniyê wî li Kuçeya 251'ê ya Taxa Kaynartepe ya navçeya Rezanê ye got: "Roja erdhejê ji ber qirçîna stûnan şiyar bûm. Hema di cî de derketim derve. Li taxê her kes li derve bû. Ji tirsa neçûm malê. Kafeya biraziyê min hebû. Em 10 rojan li wir man. Ji ber ku mala birayê min pir xesar dîtibû, li Parka Koşûyolûyê kon wergirtibû. Ez jî çûm wir. 6 rojan di kona wî de mam. Qeymeqamê Rezanê hat kona me. Lê bêyî ku bi mexdûrên erdhejê re eleqedar bibe çû."    PÊDIVIYÊN WAN NAYÊN PEYDEKIRIN   Onlîk diyar kir ku ji ber ku kona wî tune bûye ji neçarî çûye konebajarê li qeraxa Çemê Dîcleyê û got: "Gava xwarin tê belavkirin, mirov dikevin ser dilê hev. Gava em diçin lawaboyê, milix şikandî ne. Termoseke biçûk danîne serşokê, bi enerjiya tavê dixebite. Lê gava em vedikin av jê nayê. Ji bo lazmatiyan kertek dan me. Ev kert tenê ji bo kesên li konebajar dimînin. Hezar û 500 lîre tê de heye. Li nav konebajar marketek çêkirine. Tu diçî lazmatiyên xwe ji wir distînî. Gava ez çûm marketê tu tişt tune bû. Sabûn, şampûan, kincên zarokan, kraker, biskuvît û kolonya heye. Min tenê cilên bin, sabûn, şampûan û botek ji xwe re stend. Lê ev têra me nakin. Gava em ji rayedaran re dibêjin 'lazmatiyên me yên sereke nayên peydekirin', dibêjin tiştek ji destê wan nayê."    Onlîk bilêv kir ku li konebajar mêvan nayên qebûlkirin û wiha got: "Biraziyê min ji bo rewşa min hîn bibe hat cem min, lê polîsên li ber derî nehiştin têkeve hundir. Tenê yên li wir dikarin têkevin hundir. Gava em dikevin hundir em nansameya konebajar û nasnameya xwe rê wan didin. Ez ne girtî û hikumxwar im. Em ji bo gilîkirinê diçin îdareyê, lê kes bi me re eleqedar nabe."    Onlîk anî ziman ku ji ber baran bişid kon hatne valakirin û wiha axivî: "Baranê bandor li gelek malbatan kir û kes nikare di van şert û mercan de li wir bimîne. Ji ber baranê mexdûrên erdhejê birin Navenda Rehabîlîtasyonê ya Yeşîalyê. Lê ji bo demeke kurt. Konebajar di nava heriyê de maye. Em pir zehmetiyê dikişînin. Kes dengê me nabihîze. Niha ez nizanim ez ê li ku bimînim. Derfetên min ên madî tune ne. Em ji ber erdhejê mexdûr bûn, li vî konebajarî careke din em mexdûr kirin."