Qada Yenîkapiyê ji bo agirê Newrozê amade ye 2023-03-18 09:57:44   STENBOL - Qada Yenîkapiyê ku wê Newroza Stenbolê lê bê lidarxistin ji malovaniya gelan re amade ye. Hevserokên HDP’a Stenbolê banga “Werin em ji hemû Dehaq’an re biqîrin ku dawiya wan hatiye” kirin.    Qada Yenîkapiyê ku wê Newroza Stenbolê lê bê lidarxistin û her sal ji sed hezaran re malovaniyê dike ji gelan re amade ye. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îlknûr Bîrol û Ferhat Encu bang kirin ku bi hev re agirê Newrozê hilkin.    Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol a diyar kir ku Newroz ji bo gelê kurd “Cejna serhildan, vejîn û berxwedanê ye” bi lêv kir ku di atmosfera erdhej û hilbijartinê de agirê Newrozê vêdixin û wiha got: “Newroza îsal di heman deme de ji bo hilbijartinên di 14’ê gulanê de bên kirin girîng e. Di vê pêvajoya krîtîk de Newroz bêtir biwate dibe.”   ‘JI BO HEMÛ DEHAQ’AN DAWÎ YE’    Bîrol, anî ziman ku ev Newroz di serî de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin dê ji bo tecrîda li ser hemû girtiyên siyasî bibe bersivek û wiha domand: “Divê tu kurd, elewî, jin û ciwan li malên xwe ne rûnin. Em di Newroza ku wê hatina dawiya Dehaq’an lê were qêrîn werin bahev.”   AMADEKARÎ HATIN TEMAMKIRIN    Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu jî diyar kir ku peyama herî girîng a Newrozê wê ji desthilata ku gel di bin kavilan de hişt re bê dayîn û wiha got: “Ev Newroz wê bibe Newroza ji nû ve avakirin û piştevaniyê. Rêxistina me ya Stenbolê di nava seferberiyê de bi hemû qadroyên me li qadê xebatan dimeşînin. Di serî de gelê kurd hemû kesên ku daxwaza maf û azadiyên bingehîn dikin vedixwînin qada Newrozê. Em dibêjin werin ‘Em xwedî li ziman, çand û nasnameya xwe xwedî derkevin’. Em di vê Newrozê de diyar bikin em bihêztir û bibiryartir in ku em bikarin vê feraseta zordar ji ser vê axê rakin.”