Qeymeqamtiyê xizmên AKP’î û MHP’iyan wergirtin kar 2023-03-18 10:26:26   ŞIRNEX - Li navçeya Elkê piştî îlana personelan a ji aliyê qeymeqamtiyê ve hate dayîn, di nava 15 kesên ji bo mulaqatê man de bi tenê xizmên AKP’î û MHP’iyan wergirtin kar.    Li navçeya Elkê ya Şirnexê, Weqfa Alîkarî û Piştgiriya Civakî (SYDV) ya girêdayî Qeymeqamtiya Elkê ji bo wergirtina 3 personelên ji bo qadroya Peywîrdarên Lêkolîn û Alîkariya Civakî ya di sala 2023’yan de îlan da. Li gorî puana Ezmûna Hijbijartina Personelên Cemaweriyê (KPSS) di nava kesên serlêdan kirin de 15 kes ji bo mulaqatê hatin vexwendin. Biraziyê Serokê MHP’a Elkê Velî Kiliç, S. Kiliç, Biraziyê Şaredarê Elkê Habîp Aşan ê AKP’î F. Aşan û xizmê Serokê AKP’a Elkê Hûlûsî Adiyaman A. Akdogan jî ji bo mûlaqatê hatin vexwendin.    Li gorî reza pûanên ezmûna KPSS’ê; biraziyê serokê MHP’î, S. Kiliç di rêza 3’yemîn, biraziyê şaredarê AKP’î F. Aşan di rêza 6’emîn û xizmê serokê AKP’î, A. Akdogan jî di rêza 9’emîn de cih girt. Li gorî encama mulaqatê ya di malpera înternetê ya fermî ya SYDV’yê de hat weşandin; navên din hatin seridandin, Kiliç bû yekemîn, Akdogan bû duyemîn û Aşan jî bû sêyemîn.    Hin kesên ku serlêdan kirin diyar kirin ku encama mulaqatê biqusûr e, pûanên KPSS’ê li ber çavan nehatine girtin û anîn ziman ku mulaqat tenê ji bo nîşandanê hatiye kirin.    MA / Ahmet Kanbal