Ji bo Newroza Mêrsînê bang kirin: Werin em serhildana xwe bikin yek 2023-03-18 11:16:58   MÊRSÎN - Komîteya Amadekar a ji bo Newroza Mêrsînê ya amadekariyên wê hatin temamkirin bang kir, wiha got: “Werin em di vê Newrozê de bi hev re serhildan û hêrsa xwe biqîrin.”    Ji bo Newroza Mêrsînê ku wê gelên Herêma Çûkûrovayê lê kom bûn, amadekarî hatin temamkirin. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Mêrsînê Fatma Kûrtûlan û Ridvan Tûran, siyasetmedarê kurd Sirri Sakik, Hevserokê Giştî yê Partiya Ji Nû Ve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Cavît Ûgûr û endama Lijneya Berdevkên Partiya Azadiya Civakî (TOP) Juliana Gozen wê tev li Newroza ku wê bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” li Qada Mitîngê ya Tirmilê ya navçeya Akdenîzê bê pîrozkirin bin.    Hevserokên HDP’a Mêrsînê Bedriye Kûş, Hoşyar Sariyildiz û Berdevkê Komîteya Amadekar a Newrozê Ozgur Çaglar banga tev li bûnê kirin.    MÊRSÎN JI NEWROZÊ RE AMADE YE   Berdevka Komîteya Amadekar a Newrozê Ozgur Çaglar têkildarî amadekariyan de wiha got: “Em serdana gel dikin û belavokên xwe belav dikin, afîşên xwe li gelek cihên bajêr daliqandin, amadekariya platformê tê kirin, mevan hatin vexwendin. Her çiqas ji bo cejn jî be wê îsal bibe Newrozeke diyariyê qurbaniyên erdhejê. Kolan bi kolan serdanên dikandaran û gel tê kirin û bi wesayîtan anons tên kirin. Mêrsîn ji Newrozê re amade ye.”   ‘EM BERXWEDANÊ BI RÊXISTIN BIKIN’   Hevserokê HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz diyar kir ku ji Walitiyê destûr derketiye û wiha axivî: “Li bajarê me xebat bênavber berdewam dikin. Di Newroza ku îsal diyarî kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayî hate kirin de gelê xwe vedixwînin qata mitîngê ku hesabê ji vê feraseta zorbaş bipirsin û faşîzma 21 salan hilweşînin. Werin em bi hev re li dijî Dehaqên roja me li dijî zilmê berxwedanê bi rêxistin bikin û daxwazên xwe yên mafdar bi yek dengî bînin ziman. Newroz Pîroz be.”   BANGA TEVLIBÛNÊ    Hevserok Bedriye Kûş jî hemû gelê Mêrsînê vexwend Newrozê û wiha got: “Werin em di vê Newrozê de serhildan û hêrsa xwe bi hev re biqîrin. Em amade ne, gelê Mêrsînê yê binirx ji bo daxwazên xwe yên hevkar biqîrin vedixwînin Qada Mîtîngê ya Tirmilê.”