Li Geverê mirinek bi guman 2023-03-18 11:31:18 COLEMÊRG - Li Geverê ciwanê bi navê Kajîn Derelî yê 29 salî bi awayek guman jiyana xwe ji dest da.    Li kêleka Bendava Dîlîmlî ya li ser rêya Bajargê ya girêdayî navçeya Gevera Colemêrgê ciwanê bi navê Kajîn Derelî yê 29 salî di wesayîtek parkkirî de mirî hat dîtin. Derelî yê bi awayek guman jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin Hat zanîn ku piştî otopsiyê cenazeyê Derelî li Geverê bê definkirin.