Ciwanan li Wêranşarê agirê Newrozê hil kir 2023-03-18 21:27:06   RIHA – Ciwanan li navçeya Wêranşar a Rihayê bi dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo” agirê Newrozê vêxistin.   Li navçeya Wêranşar a Rihayê ciwanên ku li hev kom bûn agirê Newrozê vêxistin. Ciwanan bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” agirê Newrozê hilkirin.   Her wiha ciwanan dengê Abdullah Ocalan ku ji bo Newrozê gotibû, “Newroz ji bo gelê me û hemû gelê alemê pîroz bê” jî dan guhdarkirin.