Qeyûmê Pirsûsê ji wezîfeyê hat girtin 2023-03-18 21:34:44   RIHA – Qeyûmê Pirsûsê Kenan Aktaş ji peywirê hat girtin. Cîgirê Waliyê Êlihê Îbrahîm Guneş tayinî şûna Aktaş hat kirin.    Di 16’ê Mijdara 2019’an de qeyûm tayînî Şaredariya HDP'ê ya Pirsûsa Rihayê hatibû kirin ku HDP'ê di hilbijartinên 31'ê Adara 2019'an de ji sedî 58,57 raya wergirtibûn û şaredarî bi dest xistibû.    Qeymeqamê navçeyê Kenan Aktaş ku wekî qeyûm tayinî şaredariyê hatibû kirin, îro ji wezîfeyê hat girtin. Cîgirê Waliyê Êlihê Îbrahîm Guneş tayinî şûna Aktaş hat kirin.