ROJEVA 19'Ê ADARA 2023'YAN 2023-03-19 09:00:09     * Hevserokên DBP û HDP'ê yên Amedê ku ji bo Newrozê bang li gelê Amedê kirin gotin: "Newroza îsal dê bibe Newroza şikandina tecrîda li ser birêz Ocalan û azadiya gelê kurd."    * Buruya Hiqûqê ya Asrinê, ji ber erdhejên Mereşê serî li serdozgeriyê dabûn ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê hevdîtinê bi malbatên xwe re bikin. Buroyê piştî serlêdana wê hat redkirin serî li AYM'ê da.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 727’emîn de berdewam bike.    * Pîrozbahiya Newrozê ya bi dirûşmeya "Her der Newroz, her dem azadî" dê li Stenbol, Wan, Êlih, Sêrt, Îdir, Mûş, Çewlîg, Dêrsim, Mêrsîn, Gever, Tetwan, Qoser, Îzmîr, Aydin, Antalya, Enqere, Bûrsa, Çanakkale, Tekîrdag, Sakarya, Kocaelî, Mûgla, Denîzlî, Manîsa û Balikesîrê bên lidarxistin. (10.00-19.00) ZINDÎ