Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji ber redkirina serlêdana ji bo hevdîtinê serî li AYM'ê da 2023-03-19 09:00:46   STENBOL - Buruya Hiqûqê ya Asrinê, ji ber erdhejên Mereşê serî li serdozgeriyê dabûn ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê hevdîtinê bi malbatên xwe re bikin. Buroyê piştî serlêdana wê hat redkirin serî li AYM'ê da.    Buroya Hiqûqê ya Asrinê, piştî erdhejên ku di 6'ê Sibatê de li Mereşê çêbûn, ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş hevdîtin bi malbatên xwe û parêzerên xwe ser bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dabûn.    SERLÊDAN HAT REDKIRIN   Piştî ku serlêdan nehatibû bersivandin parêzeran di 14'ê sibatê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dabûn. Dadgeriyê jî cezayên dîsiplînê derpêş kiribû ku serlêdana ji bo hevdîtinê red kiribû. Parêzeran jî diyar kiribû ku serlêdana wan ji ber karesateke xwezayî ye, lewma divê neyê astengkirin û ji ber vê serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Bûrsayê dabûn. Dadgehê jî di 22'yê sibatê de derpêş kiribû ku biryara dadgeriyê li gor "qayde û qanûnê" ye û serlêdana ji bo hevdîtinê red kiribû.     Piştî vê parêzeran îşaret bi xalên 20, 40 û 17'an ên  Destûra Bingehîn ("Mafê jiyana taybet û rêza li jiyana malbatê", "mafê heq û azadiyê" û "binpêkirina îşkence û eziyetê") kirin û di 16'ê Adarê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan.    Di serlêdanê îşaret bi qanûnên heyî ku mafên hevdîtinê yên girtî û hikumxwaran di xwe de dihewînin, qedexeya îşkence û muameleya xirab û di rewşên karesatên xwezayî de ku mafê girityan heye pêwendiyê bi malbatên xwe re deynin hatiye kirin.    Parêzeran di serlêdana xwe de bal kişandiye ser tecrîdê ku 24 sal in didome û xwestine mafê hevdîtinê yê bi parêzeran û malbatê re yê muwekîlên wan esas bê girtin.     MA / Mehmet Aslan