Xelkê Wanê tevî şiliyê jî diherike qada Newrozê 2023-03-19 10:33:36   WAN - Li Wanê tevî ku baran tê jî bi hezaran kes ji taxên bajêr ber bi Qada Newrozê ve diherike.    Pîrozbahiya Newrozê îsal bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” tê lidarxistin. Yek ji navendên ku dê bi girseyî Newroz bê pîrozkirin jî Wan e. Li Wanê tevî hewa sar û şiliyê ango baran tê jî bi hezaran kes ji taxan ber bi Qada Newrozê ya li kêleka Keleha Wanê ye ve diçe. Ji navçeyên navendî û navçeyên derveyî navendî bi hezaran welatî li gel şiliyê jî hewl didin xwe bigihînin Qada Newrozê û tev li pîrozbahiyê bibin.    ‘BIJÎ SEROK APO’    Hin welatî bi wesayîtên xwe taybet, hin welatî bi otobusan û dolmîşan tên Qada Newrozê. Bi hezaran welatiyên ji navendê û gundan tên di çar nokteyên lêgerînê de derbasî qadê dibin. Welatiyan cilên xwe yên netewî li xwe kirine û xemla xwe didin Newrozê.    Girse bênavber dirûşma “Bijî Serok Apo” berz dikin û her kêliya ku diçe li qadê coşa Newrozê zêde dibe. Ji ber erdhejê ekîbên def û zirneyê bernedan qadê. Her wiha dê li ser dikê jî stranên dîlanê neyên guhdarîkirin.    DÊ AZADIYA OCALAN BÊ XWESTIN    Di pîrozbahiyê de tê payîn azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê qîrkirin û dê bi deh hezaran qurbaniyên erdhejê werin bibîranîn.    Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, parlamenterên HDP’ê Sarûhan Olûç û Sezaî Temellî beşdarî Newroza Wanê bibin. Bajar, Koma Sorjiyan û Aryen Kom jî dê li ser dika Newrozê bin.