Li Îdirê gel li qada Newrozê ne 2023-03-19 11:10:40   ÎDIR - Li Îdirê gelên kurd, tirk, terekeme û azerî ji bo pîrozbahiyên Newrozê li qadê kom bûn.    Ji bo Newroza Îdirê ya her sal nasnameyên weke kurd, tirk, terekeme û azerî tîne bahev, ketina qada Newrozê dest pê kir. Duh bi şev Qada Kiliçlar ku Newroz dê lê were pîrozkirin bi alên TJA, DBP, HDP û Partiya Çep a Kesk hatin xemilandin. Bi kurdî, tirkî û Ingilîzî pankartên “Her der Newroz, her dem azadî” , “Dem dema jin jiyan azadiyê ye” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” hatin daliqandin.    Jinan îsal jî dîsa bi cil û bergên xwe yên kesk, sor û zer û bi kofiyên xwe yên rengîn li qada Newrozê cihê xwe girtin. Tevlibûna zêde ya ciwanan jî bal kişand ser xwe.    BERNAME    Axaftina destpêkê ya bernameya Newrozê wê Hevserokê DBP’ê yê Bajêr Mehmet Sekman bike. Pişt re Hevseroka Partiya Çep a Kesk Bahar Etrecî, endama MYK’a DBP’ê Aynûr Sarica, Parlamenterê HDP’ê yê Îdir Habîp Eksîk û parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Oya Ersoy dê biaxive.    Piştî axaftinan wê bernameya Newrozê bi gotina stranan a hunermend Hediye Kalkan bi dawî bibe.