Li Qada Yenîkapiyê coşa Newrozê 2023-03-19 13:01:29 STENBOL - Tevî barana zêde jî Newroza li Qada Yenîkapi ya Stenbolê bi coşeke mezin didome. Xelkê Stenbolê ku qada Newrozê tije kiriye, azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diqîre.  Yek ji navnîşanên Newroza 2023’yan ku bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” tê pîrozkirin, Qada Yenîkapi ya Stenbolê ye. Newroz, diyarî qurbaniyên herdheja Mereşê hate kirin. Heverdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, rêveberê Federasyona Komeleyên Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAD-FED) Salîh Tekîn, parlamenter, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li pîrozbahiyê bûn.    JI BO ABDULLAH OCALAN DAXWAZA AZADIYÊ   Tevî barana zêde jî bi hezaran kesan ji saetên serê sibehê ve berê xwe dan qada Newrozê. Welatiyan, hêrsa xwe ya li dijî pergala tecrîdê ya li Îmraliyê û xemsariya îktîdarê ya di erdheja Mereşê de veguhestin Qada Yenîkapiyê. Li gel ku Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê li Metroya Marmarayê astengî derxistin jî, ciwan û jinan noqteyên lêgerînê derbas kirin û xwe gihandin qadê. Jin û ciwana bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin.    KORTEJA NEWROZÊ: DÊ BIHAR DÎSA WERE   Herikîna ber bi qadê ve didome. Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Platforma Çîna Şoreşger a Serbixwe (BDSP), Partiya Şoreşger û Halk-Der li pêşiya Metroya Marmarayê kom bûn. Koma ku li pêşiya deriyê Marmarayê kom bû, dovîzên “Dem dema serkeftinê ye” û “Em soz didin we ku dê bihar dîsa were” vekirin û weke kortejê meşiyan û ketin qada Newrozê.    BI DIRÎŞMÊN JIN JIYAN AZADÎ HERIKÎN QADÊ   Jinên ku flamayên Tevgera Jinên Azad (TJA) hilgirtin, hêrsa xwe ya di 8’ê Adarê de veguhestin qada Newrozê. Jinên ku cil û bergên kurdî li xwe kirin, ji deriyê Aksaray ê Marmarayê ber bi qada Newrozê ve ketin rê. Jinên ku flamayên bi rengên kesk, sor û zer hilgirtin, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” herikîn qadê. Jinên ku di korteja duyemîn de, bi pankarta “Rizgariya jinan hewcehî bi şoreşê dike , ya din tenê xeyaleke vala ye” ketin qada Newrozê.    CIL Û BERGÊN KURDÎ QEDEXE NAS NEKIRIN   Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê bi taybet jî hewl da ciwanan asteng bike. Li gelek deveran cil û bergên kurdî yên li ser ciwan û zarokan derxistin. Ciwanên ku polîsan hewl dan nehêlin bi cil û bergên kurdî bikevin qada pîrozbahiyê, bi dirûşman barîqet derbas kirin û ketin qadê. Ciwan, bi dirûşma “Bijî Serok Apo” ketin qadê. Di heman demê de ciwana li qadê dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Newroz serhildan e” berz kirin.    LI QADÊ DIRÛŞM OLAN DIDIN   Li qadê alayên HDK, Partiya Çep a Kesk, DBP, TJA, HDP, Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), TÎP, Partîzan, Yekitiya Xwendekarên Şoreşger (DOB) û posterê Denîz Gezmîş hatin libakirin. Di heman demê de ciwanan alayên Amdesporê li ba kirin û berstûhkên Amedsporê li xwe kirin. Meclisên Ciwanan ên HDP û Partiya Çep a Kesk bi pankarta “Yeşîlî bieciqîne, netewê biparêze” vekirin û bi vê yekê re peyama piştevaniyê dan Amedsporê.    ‘NE ERDHEJÊ LÊ PERGALÊ KUŞT’   EMEP’ê jî pankarta “Bijî Newroz! Newroz Pîroz Be!” vekir û bi dirûşmên “Ne erdhejê pergal dikuje”, “ “Newroz pîroz be” û “Bijî biratiya gelan” meş li dar xist. Rêxistinên ked û pîşeyê bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan " û "Bê Serok jiyan nabe" ji deriyê Marmarayê ketin qada Newrozê. Koma Barîkatê ya Amedsporê jî bi dirûşmên “Newroz pîroz be”,  “Amedspor gel e, gel li vir e” û “Barîkat  li vê derê ye, li ser pêya ne” berz kir û ber bi qada Newrozê ve meşiya.    Meşa gel a Qada Yenîkapiyê berdewam dike û girse gelek caran dirûşmên “Ji bo Serok azadî”, “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Bijî Serok Apo”, “Hikûmet îstîfa bike” û “Bimre AKP” berz dike.    Li pîrozbahiya Newrozê strana Hesen Zîrek a bi navê “Newroz” û strana Koma Gulên Xerzan a “Sonda me” tê vekirin û gel li benda destpêkirina bernameya Newrozê ye.