Gel di Newroza Îzmîrê de nerazîbûn nîşanî îktidarê dide 2023-03-19 13:31:01   ÎZMÎR - Di pîrozbahiya Newrozê ya Îzmîrê de bi hezaran kes ji ber xemsariya îktidarê ya di erdhejê de hêrs û nerazîbûna xwe nîşan dide.    Pîrozbahiya Newrozê ya li Qada Gundogdû ya Îzmîrê bi beşdariya hezaran kes dest pê kir. Bi hezaran welatiyên ji serê sibehê ve li qadê kom bûn, dirûşmeyên “Bijî Newroz", "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana zindanan", "Em li dijî faşîzmê bibin yek”, "Bijî têkoşîna gelan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz dikin. Piştî welatî li ber nokteyên lêgerînê ya polîsan hatin sekinandin, li ser wan lêgerîn hat kirin û paşê wan berdan qadê.    WÊNEYÊN DENÎZ POYRAZ    Li qadê dovîzên nivîsên wek "Newroz pîroz be", "Berxwedan jiyan e" li serê nivîsandibûn, alên HDP, Partiya Çep a Kesk, gelek partiyên din û wêneyên Denîz Poyraz hatin hildan.    GEL HÊRSA XWE TÎNE ZIMAN    Qada Gundogdûyê li şûna pîrozbahiyê cihê xwe ji hêrs û nerazîbûnê re berdaye. Bi hezaran welatî ji ber xemsariya îktidarê ku di erdhejê de kir, nerazîbûn û hêrsa xwe tîne ziman.    Dê bi rêzgirtina ji bo qurbaniyên erdhejê bernameya Newrozê dest pê bike.