Li Îdirê gelan Newroz pîroz kir: Em ê di 14’ê Gulanê de ji vê îktidarê rizgar bibin 2023-03-19 14:12:16   ÎDIR - Li Îdirê pîrozbahiya Newrozê diyarî qurbaniyên erdhejê hat kirin û xelkê peyama “Em ê ji vê hikûmetê rizgar bibin” da.    Li Îdirê pîrozbahiya Newrozê ji aliyê kurd, tirk, terekeme û azeriyan ve hat kirin. Pîrozbahî li Qada Newrozê pêk hat û qad bi alên partiyên wek HDP, DBP, Partiya Çep a Kesk hat xemilandin.    QURBANIYÊN ERDHEJÊ HATIN BIBÎRANÎN    Jinên Îdirê bi cilên xwe yên gelêrî û xemla xwe tev li Newrozê bûn û dîmenên xweşik ketin ber objektîfan. Beşdariya zêde ya ciwanan jî balê kişand ser xwe. Li qadê bênavber dirûşmên “Hikûmet îstîfa” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Pîrozbahiyê bi rêzgirtina qurbaniyên erdhejê û cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir.    ‘EM Ê BI SER BIKEVIN’    Hevserokê HDP’a Îdirê Mehemt Sekman axaftina destpêka bernameyê kir û qurbaniyên erdhejê bi bîr anî. Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Îdirê Bahar Etrecî jî bal kişand ser hilbijartina 14’ê Gulanê û got: “Em ê bi vê coş û kelecanê di 14’ê Gulanê de ji vê îktidara zalim xelas bibin. Em ê bi ruhê Newrozê qedera welat di 14’ê Gulanê de biguherînin.”   Endama MYK’a DBP’ê Aynur Sarica jî destnîşan kir ku dîroka kurdan dîroka berxwedanê ye û got: “Îro li Îmraliyê tecrîd û êrişek dijwar heye. Tecrîd li hemû girtîgehan û li ser tevahiya welat belav bûye. Heta azadkirina girtiyan wê têkoşîna me bidome.”    'TAVILÊ TECRÎDÊ RAKIN’    Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Habîp Eksîk jî qurbaniyên erdhejê bi bîr anî û wiha axivî: “Îktidara faşîst a AKP-MHP’ê gelê me di bin kavilan de hişt û terkî mirinê kir. Em li vir carek din dibêjin ku em heqê xwe li we helal nakin. Ev hikûmet dijminê gelê kurd e. Hemû çavkaniyên welat ji bo şerê li dijî kurd têk irin tê xerckirin. Teqez em ê vê îktidarê biguherînin. Tecrîdek giran li Tirkiyeyê heye. Birêz Abdullah Ocalan di bin şert û mercên giran ê tecrîdê de ye. Em vê tecrîdê qebûl nakin. Em dibêjin tavilê vê tecrîdê bi dawî bikin.”    HESAB XWESTIN    Parlamnetera HDP’ê ya Stenbolê Oya Ersoy jî anî ziman ku ew ê bi şîna qurbaniyên erdhejê û bi berxwedanê hesab ji vê îktidarê bixwazin.    Jinan agirê Newrozê vêxist. Piştre jî hunermend Hediye Alkan derket ser dikê û strî.