‘Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye’ 2023-03-19 15:33:39 SÊRT- Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca di Newroza Sêrtê de diyar kir ku sedema krîz, neçareserî û kaosa heyî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha got: “Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye.”    Newroza Sêrtê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Qada Aştiyê ku Newroz lê hat pîrozkirin bi ala û flamayên Partiya Çep a Kesk hate xemilandin. Girseyê bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo” , “PKK gel e, gel li vir e”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Berxedan Jiyan e” û “Hikûmet îstîfa bike” berz kirin. Pîrozbahî, bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo qurbaniyên erdhejê dest pê kir. Piştre jî Komîteya Amadekar a Newrozê gel silav kir.    ‘SIYASETA KURD NESEKINÎ DÊ NESEKINE’   Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk ê Sêrtê Eşref Tekîn ji ewil qurbaniyên erdhejê bi bîr anî. Bi domdarî Tekîn bal kişand ser doza girtinê ya HDP’ê û wiha got: “Ji Partiya Kedê ya Gel (HEP) heta niha siyaseta kurd qet nesekinî û dê qet nesekine jî. Têkoşîna me, dê bandora xwe ya li Tirkiye û Kurdistanê nîşan bide. Heke HDP were girtin, gelê me bê vebijêrk nîne û dê têkoşîna xwe li ser Partiya Çep a Kesk bidomîne. Dê ev berxwedan veguhêze qadên Newrozê.”    BERSIVA JI BO AŞTÎ Û AZADIYÊ    Parlamenterê Sêrtê Siddik Taş jî got ku ji ber erdhejê, Newroza îsal bi dilxemgînî pêşwazî dikin û wiha domand: “Di erdhejên 6’ê Sibatê de 11 bajar hilweşiyan û bi dehhezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Erdhejê bandor li me tevan kir. Li gel vê, me piştevaniyeke mezin raber kir. Em ê ji vir û şûnde jî bi hev re bin û birînên xwe bi hev re bikewînin. Em di qonaxeke dîrokî de ne. Em ê di hilbijartinê de bersiveke pir xweşik bidin faşîzma AKP’ê. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî operasyona siyasî û ya ji bo azadiya girtîhan mezin bikin û di 14’ê gulanê de bibin bersiv. Ev Newroz dê bibe bersiva aştî û azadiyê.”    AGIRÊ NEWROZÊ HATE VÊXISTIN   Piştre jî girse ji bo vêxistina agirê Newrozê civiya. Girse, ji milan ve ber bi cihê ku agirê dê lê were vêxistin ve meşiya û li vir agirê vêxist. Li qada pîrozbahiyê dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e, gel li vir e” olan da. Girseyê li dora agirê Newrozê xelekên govendê gerandin.    ‘HÛN DÊ HESABÊ BIDIN’   Piştî vêxistina agirê Newrozê, Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca axivî û Newroz li tevahiya gel pîroz kir. Uca, her wiha Newroza Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî pîroz kir û qurbaniyên erdhejê bi bîr anî. Bi domdarî Uca, bal kişand ser piştevaniya bi erdhejê re derketî holê û ev tişt anî ziman: “Piştevaniya me pir xurt bû. Ne mirov lê dewlet di bin kavilan de ma. AFAD û Heyfa Sor a Tirk di bin kavilan de ma. Dewlet bû sedema mirina bi hezaran kesan. Heyva Sor a Tirk kon firotin, di roja çaremîn a erdhejê de dest bi mudaxile kirin. Hûn dê hesaba vê bidin.”    ‘DI 14’Ê GULANÊ DE HERIN SER SINDOQAN’   Di berdewamê de Uca bal kişand ser hilbijartinên di 14’ê gulanê de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo azadî, demokrasî û aştiyê divê hemû kes biçe ser sindoqan. Em ê di vê hilbijartinê de îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê têk bibin. Em ê di 14’ê gulanê de li qadan bin û biçin ser sindoqan. Dê HDP’ê bigirin lê em ê destûrê nedin. Heke bigirin jî em ê rêya xwe bi Partiya Çep a Kesk bidomînin.”    ‘EM Ê TECRÎDÊ TÊK BIBIN’   Uca, tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û ev tişt anî ziman: “Em ê neyên provakasyonan. Sedema krîz, neçareserî û kaosên heyî, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li Îmraliyê ye. Çima deriyên Îmraliyê venakin? Ji ber ku navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye. Em ê bi hev re vê têkoşînê mezin bikin û tecrîdê têk bibin. Em ê piştî Newrozê tax bi tax, gund bi gund bigerin û xebatên xwe bimeşînin.”    Piştî vêxistina agirê Newrozê û axaftinan, dengbêj Rêzane Botî, Şêxmûsê Êrkendî û Kollektîfa Rîtmên Azad derketin ser dikê.