‘Li qada Newrozê li dijî desthilatê bi hezaran Kawa hene’ 2023-03-19 15:50:49 MÛŞ - Di Newroza Mûşê ku ji tecrîdê re bertek hate nîşandan de parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan wiha got: “Li dijî desthilata AKP’ê û MHP’ê li qada Newrozê bi hezaran Kawa hene.”   Bernameya Newrozê ya li Îstasyona Garê ya Mûşê hate lidarxistin bi dawî bû. Di Newroza ku parlamenterên HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Omer Ocalan weke axivîner cih girtin de qad bi alên HDP’ê û Partiya Çep a Kesk hate xemilandin. Girseya ku bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” kete qadê, bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan. Di bernameya ku bi rêzgirtinê dest pê kir de her tim dirûşmeyên “Hikumet îstîfa” hatin berzkirin.    ‘EM Ê HER SÊ PARLAMENTERAN BI DEST BIXIN’   Hevserokê HDP’a Mûşê Savci Arslan ê bal kişand ser krîza aborî û civakî ya li welat, destnîşan kir ku desthilata AKP’ê û MHP’ê wê di hilbijartinên di pêşiya me de bişînin û wiha got: “Em soz didin ku em ê di hilbijartinan her sê parlamenteran û şaredariyê bi dest bixin.” Axaftin her tim bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Newroz pîroz be” hate birîn.    Rêveberên HDP’ê, Partiya Çep a Kesk û DBP’ê welatî silav kirin. Pişt re helbesta Newrozê ku Erol Yalvarci bi kurdî nivîsandî hate xwendin.    JI ÎMRALIYÊ RE SILAV   Parlamentera HDP’e ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî destnîşan kir ku Newroz di bin siya êş û hilweşînê de tê pîrozkirin û wiha got: “Mifteya Tirkiyeyeke demokratîk, wekhev û azad di destê kurdan de ye. Kedeke mezin a birêz Ocalan ê em heta vir anîn û kirin xwedî nasname heye. Em ji vir ragihînin; Newroza te pîroz be Birêz Ocalan.”   ‘DIXWAZIN KURDAN BE STATU BIHÊLIN’    Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan jî diyar kir ku li dijî zaliman û Dehaqan Kawa sed sal in li ber xwe didin û destnîşan kir ku li dijî desthilata AKP’ê û MHP’ê bi hezaran Kawa cih digirin. Ocalan bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Dixwazin li 4 parçeyên Kurdistanê gelê kurd bê statu, bê vîn û bê nasname bihêlin. Madem li vî welatî hiqûq heye, çima ji bo Birêz Ocalan derbasdar nîne û nayê sepandin? Çima li ser Birêz Ocalan polîtîkayên tecrîdê tên meşandin? Çima rê li ber hevdîtina bi Ocalan re venakin?”   3 KES HATIN BINÇAVKIRIN    Polîsên piştî axaftina parlamenteran ketin qadê, 3 ciwan binçavkirin. Ji binçavkirinan re parvekirinên medyaya dîjîtal weke hincet hate nîşandan. Ciwanên li qadê bertek nîşanî rewşê dan.    MÎR PERWER HATE BIBÎRANÎN   Pişt re hunermend Baran Bozyel derket ser dikê. Girseyê ji bo hunermend Mîr Perwer ê Mûşî ku li Parîsê hate qetilkirin dirûşm berz kirin. Bozyel jî wiha axivî: “Mîr Perwer bi rêzdarî bi bîr tînim. Ji ber em kurd in hunera me tê astengkirin.”   Piştî gotina stranan a Bozyel bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Newroz” agirê Newrozê hate vêxistin.