Bi sedhezaran li Yenîkapiyê ne: Em ê di 14’ê Gulanê de azadiyê ragihînin 2023-03-19 16:11:37 STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Newroza Stenbolê axivî û diyar kir ku îktidara AKP-MHP’ê ne qedera vî welatî ye û got: “14’ê Gulanê wê bibe mîlad. Em ê aştî, edalet û azadiyê di 14’ê Gulanê de ragihînin.”    Li pîrozbahiya Newroza Stenbolê bi sed hezaran kes azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qîr kir. Hunermend Arhat derket ser dikê û strî û stranan diyarî qurbaniyên erdhejê kir.    Alîgirên Amedsporê yên Barîkatê bi pankarta xwe derketin ser dikê û xelkê silav kirin. Gel kêliyek dirêj ji alîgiran re li çepikan da.    Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr axivî û diyar kir ku ew cejna Newrozê ya gelan pîroz dikin û got: “Ev der qada kesên ku serê xwe natewînine ye. Em qurbaniyên erdhejê bi bîr tînin û sersaxiyê ji gelê xwe re dixwazin û silametiya xêrê ji birîndaran re dixwazin.”   ‘EM Ê ÎKTIDARÊ TARÛMAR BIKIN’    Demîr anî ziman ku ew hem di şînê de ne hem jî bi hêrs in û wiha got: “Em li dijî vê îktidara ku xelkê me terkî mirinê kir bi hêrs in. Em ê hesabê hemû qetlîaman bipirsin. Em ê di 14’ê Gulanê de vê îktidarê tarumar bikin.”    ‘DEMA AZADIYÊ YE’    Demîr bal kişand ser polîtîkayên neçareserkirina pirsgirêka kurd û wiha got: “Birêz Ocalan ji bo aştiyê xizmet dike. Lê birêz Ocalan 24 al in li Îmraliyê di pergala îşkenceya tecrîdê tê ragirtin. Êdî dem dema azadiya birêz Ocalan e. Wê têkoşîna me ya azadiyê dewam bike. Em ê vê îktidarê hilweşînin.”   Di vê navberê de li qadê dengê dirûşma “Bijî Serok Apo” olan da.    BULDAN: NEWROZ BERXWEDANA MEZIN E    Paşê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan derket ser dikê û gel silav kir û bi pîrozkirina Newrozê dest bi axaftina xwe kir. Bûldan bal kişand ser girîngiya Newrozê û got: “Newroz ji bo gelê kurd berxwedanek mezin e. Her wiha newroz ji bo hemû gelan roja ku hêrs û daxwazên xwe qîr dikin e.”    ‘AKP-MHP NE QEDERA VÎ WELATÎ NE’    Bûldan anî ziman ku ew Newroza îsal di atmosfera cejnê de pîroz nakin û wiha axivî: “Em Newrozê di atmosferek û hayemek bi xem ku bi deh hezaran qurbanî çêbûn de li dar dixin. Çimkî vê îktidarê erdhejê bi rê ve nebir û ew bi xwe li ser gel bû karesat. Em Newroza îsal diyarî giyanên qurbaniyên erdhejê dikin. Mixabin em Newroza îsal bi êş û xem pêşwazî dikin. Em rehmetê ji qurbaniyan re dixwazin û şîfayê ji birîndaran re dixwazin. Em bûn şahidên êş û hilweşîna mezin. Me xemsariya rêveberên vî welatî di erdhejê de dît. Ev rêveberên zalim erdhejê wek qederê pênase dikin lê me dît ku birînên mexdûran napêçin. Me dît ku mirovan di sermayê de bi birçîbûnê terbiye dikin. Bila viya baş bizanibin, erdhej û îktidara AKP-MHP’ê wê ji qedera vî welatî derkevin.”    ‘EM Ê DI 14’Ê GULANÊ DE AZADIYÊ RAGIHÎNIN’    Bûldan destnîşan kir ku divê her kesa baş bizanibe ku AKP û şirîkê xwe yê biçûk di demên xwe dawî de ne û êdî nikarin welat birêve bibin û wiha got: “Ji hilbijartina 14’ê Gulanê re demek pir hindik ma. Nêzî du mehan dema wan maye. 14’ê Gulanê ji bo me firsendek dîrokî û girîng e. Di heman demê de wê 14’ê Gulanê bibe mîlad. Wê AKP-MHP di hilbijartinê de bibînin ku gelên Tirkiyeyê çiqas zêde ne û kurd çiqas bi îrade ne. Gelê me yê hêja viya baş zanibin, demokrasî li qadan tê nivîsandin, aştî li qadan tê ragihandin. Aştî jî, edaletê jî û azadiyê jî em ê di 14’ê Gulanê de di sindoqan de ragihînin.”    GEL ŞER Û TECRÎDÊ NAXWAZE    Bûldan bal kişand ser xerckirinê şer û da zanîn ku li şûna xizmeta bo welat çavkaniyên welat li ser şer tên xerckirin. Bûldan anî ziman ku gelên Tirkiyeyê şer naxwazin û wiha got: “Em şer û tecrîdê naxwazin. Divê tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan tavilê bê rakirin. Gelê Tirkiyeyê şer û tecrîdê naxwaze, azadiyê dixwaze. Çimkî tecrîd tenê ne li Îmraliyê ye. Tecrîd hemû Tirkiyeyê dorpêç kiriye. Her kesek ku devê xwe vedike, digirin û diavêjin zindanê. Twitterê li ciwanan qedexe dike û wan ceza dike. Em ê piştî 14’ê Gulanê li welatek wisa şiyar bibin ku wê hûnê twîtên xwe bi azad parve bikin û govanda xwe azad bigerînin.”