Newroza Qoserê bi meşê bi dawî bû 2023-03-19 16:27:42 MÊRDÎN - Li Qoserê piştî pîrozbahiya Newrozê bi hezaran kes bi dirûşma “Bijî Serok Apo” dest bi meşê kirin. Polîsan êrişî girseyê kirin û li ser vê yekê ciwanan jî bi keviran bersiv dan.    Newroza Qoser a Mêrdînê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Piştî pîrozbahiya Newrozê, bi hezaran kesên noqteyên kontrolê derbas kirîn li ser Cadeya Nexweşxaneya Kevin bi dirûşma “Bijî Serok Apo” dest bi meşê kirin. Polîsan hewl dan bi wesayîtên zirxî û TOMA’yên li kolanan dihatin sekinandin pêşî li ber meşê bigirin. Lê girseyê guh neda astengiyan û meşa xwe domand.    Bi domandina meşê re polîsan bi bombeyên gazê û bi ava şid êrişî girseyê kir. Li ser vê yekê ciwanan jî bi kevir û petên avê bersiv dan êrişa polîsan. Ciwanên ku li kolanan belav bûn, heta demekî dirêj li dijî polîsan li ber xwe dan. Di navbera girseya ku ji qada Newrozê derdiket û polîsan de jî rageşî derket.    BI SER TOMA’YÊ DE MEŞIYA    Hinek welatiyan li dijî êrişa polîsan li ser cadeyê bi nîşaneyên serkeftinê bersiv dan. Her wiha dayikeke pîr ku ava şid lê hate reşandin, bi ser TOMA’yê de meşiya.    Piştî ku ciwan belav bûn jî çalakî bi dawî bû.