Li Yenîkapiyê bi sedhezaran kesî bi yek dengî got 'azadî ji bo Ocalan' 2023-03-19 19:26:44 STENBOL - Bi sedhezaran kesên ku hêrsa xwe ya li dijî tecrîda Îmraliyê veguhastina Qada Yenîkapiyê daxwaza xwe ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah bênavber qîr kirin.    Li Stenbolê li Qada Yenîkapiyê bi sedhezaran kes di Newrozê gotin "Azadî ji bo Ocalan". Welatiyên ku tevî baranê jî berê xwe dan qada Newrozê, bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" ketin qadê.    Di pîrozbahiya Newrozê ya li Yenîkapiyê de sernavên berbiçav wiha ne:    * Ciwan û jinên ku li Metroya Marmarayê li hev kom bûn û bi pankarta "Soz dê dîsa bihar bê" ketin qada Newrozê.    * Jinên ku bi kincên kurd û dirûşmeya "jin, jiyan, azadî" berê xwe dan qadê, bi pankarta "Rizgariya jinê dê şoreşê bi xwe re bîne" li dijî êrişan peyama berxwedanê dan.    * Cemîle Karakoç ku ji bo berdana girtiyên nexweş Nobeda Edaletê digire, got polîsa jin a ku li qada çalakiyê tahde lê kiriye, li qada Newrozê jî dest daniye ser şara wê ya kesk û sor û zer.    * Midûriyeta Polîsan a Stenbolê, nehişt ciwan bi kincên xwe yên kurdî têkevin qadê û kincên kurdî yên li ser zarokan ji wan kirin. Ciwanên ku tevî hemû astengiyan jî barîkat derbas kirin, bi kincên xwe yên kurdî ketin qada Newrozê.    * Li qadê alayên DBP, BMG, EMEP, TOP, SODAP, SMF, TÎp, Partîzan, DOB li ba bûn û îşaret bi têkoşîna yekbûyî hat kirin.    * Meclisa Xwedenkarên Demokratîk (DOM), bi pankarta mezin a li ser "Ji Malûm heya Rahşanê bi agirê Newrozê şikandina tecrîdê" nivîsandî li qadê cihê xwe girt.    * DOM'ê li qada Newrozê bi pankarta ku wêneyê Mazlûm Dogan li ser û li ser "Teslîmiyet îxanet e, berxwedan serketin e" nivîsandî meşek li dar xist.    * Ciwanan li qadê êrişên nijadperest ên li hemberî Amedsporê şermezar kirin.    * Ciwanên ku hêrsa wan a li dijî tecrîdê û şer zêde bû, li qada Newrozê lastîk şewitandin. Ciwanan xwe di ser agir re avêt û sirûda "Çerxa Şoreşê" gotin.    * Jinên ku li dor agirê ciwanan kom bûn, hêrsa xwe bi erbaneyê û stranan anîn ziman.    * Hejmara rojnameya Yenî Yaşamê ya bi manşeta "Em hêrsa xwe û serîhildana xwe veguhêzînin Newrozê" li qadê bal kişand.    * Peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo Newroza 2014'an şandibû hat xwendin. Gava peyam hat xwendin bi sedhezaran kes bi baldarî guh lê kir.    * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, destnîşan kir ku ew ê di 14'ê Gulanê de desthilatê bişînin û aştî û demokrasiyê ava bikin.    * Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz, bal kişand ser Rêya Sêyem û got ku Tifaqa Ked û Azadiyê dê mil bi mil têkoşînê bidomîne.    * Hevserokê Giştî yê MED TUHAD-FED'ê Zekî Baran jî diyar kir ku pergala tecrîdê ya Îmraliyê bêexlaqîtî ye û got: "Birêz Ocalan hêviya azadiyê ye."    * Hunermend Arhat, Gulseven Medar û Bandîsta jş stranên xwe diyarê kesên di erdhejên mereşê de jiyana xwe ji dest dane kirin.    * Piştî pîrozbahiyê ciwan ber bi hêla Samatyayê ve meşiyan. Ciwanên ku bi daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan ketin qada Newrozê, bi heman daxwazê jî ji qadê derketin.