Newrozê tamul nekirin: 200 kes hatin binçavkirin! 2023-03-19 19:36:23   STENBOL – Piştî pîrozbahiya Newrozê ya li Qada Yenîkapiyê ku bi sedhezaran kes tevlî wê bûn, polîsan êrişî girseyê kir. Zarokekî astengdar û parêzer jî di nav de nêzî 200 kes hatin binçavkirin.    Piştî pîrozbahiya Newrozê ya li Qada Yenîkapiyê ku bi sedhezaran kes tevlî wê bûn, polîsan mudaxileyî girseyê kir û nêzî 200 kes binçavkirin. Polîsan xwest komeke ku dirûşmeya "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kir, binçav bikin lê girseyê nehişt. Piştî vê polîsan êriş bir ser girseyê û bi sedan kesî bi îşkenceyê binçav kirin.   Hat diyarkirin ku di nav kesên binçavkirî de zarokekî astengdar û parêzer jî hene û polîsan kesên binçavkirî birine Midûriyeta Polîsan a li Kolana Vatanê û Amîrtiya Buroya Zarokan a Midûriyeta Polîsan a Fatîhê.