Li Wêranşarê 3 kes hatin binçavkirin 2023-03-19 21:29:37   RIHA - Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê îro danê sibehê di serdegirtina malan de 3 kes hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin kesek bi şertê kontral edlî hat berdan.    Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê îro danê sibehê di serdegirtina malan de Ozkan Înak, Diyar Înan û Kenan Înan hatin binçavkirin. Ozkan Înak ê danê sibehê hatibû binçavkirin bi şertê kontrola edlî hat berdan, Diyar Înan û Kenan Înan jî hê jî li Midûriyeta Polîsan a Waêranşarê di binçavan de ne.    Sedema binçavkirinan nehat hînkirin.    Her wiha hat hînbûn ku li navçeyê serdegirtina malan hê jî berdewam dike.