Ji KNK’ê peyama Newrozê: Divê em yekitiya xwe xurt bikin û îsal bikin sala azadiyê 2023-03-20 09:33:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê Cejna Newrozê li tevahiya gelê kurd pîroz kir û wiha got: “Divê li hemberî planên dijminan em yekitiya xwe xurttir bikin û îsal bikin sala hevgirtin û yekitiyê. Divê em îsal bikin sala azadiyê.”    Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya Cejna Newrozê bi ser navê “Cejna berxwedanê, cejna azadiyê, Newroz pîroz be” daxuyaniyeke nivîskî weşand. KNK’ê, Cejna Newrozê li hemû kurdan pîroz kir û wiha got: “Dijminên me dixwazin statûya Peymana Lozanê sed salên din jî li ser me ferz bikin. Em jî dixwazin kirasê bi Peymana Lozanê li me hatiye kirin, bi dirînin û parçe bikin. Divê li hemberî planên dijminan em yekitiya xwe xurttir bikin û îsal bikin sala hevgirtin û yekitiyê.”   Daxuyaniya KNK’ê ya têkildarî Newrozê wiha ye:    “Di dîroka Kurdistanê de, herdem Newroz xwedî cihekî diyar e. Newroz roja berxedanê ye. Newroz serhildan e, Newroz roja serkeftina li hemberî zilmê ye. Newroz cejna azadiyê ye. Newroz, li ser bingehê têkoşîna li dijî bindestiyê derketiye holê. Li dijî zilmê, li dijî koletî, dagirkerî û her cureyên bindestiyê bûye sembola rizgarî û azadiyê.    NEWROZ BÛYE ÇEPERÊ TÊKOŞÎNA AZADÎ Û RIZGARIYÊ   Îro gelê kurd, bi ked û berxedana xwe ya salan û bi bedelên mezin Newroz kiriye şahiyeke mezin a gelêrî û roja berxwedanê. Her wiha bi vê keda xwe di qada navneteweyî de jî Newroz weke cejna kurdan daye naskirin. Gelê kurd, Newrozê li seranserê Kurdistanê û li derveyî welat her wekî naveroka wê ya dîrokî bi armanca rizgarî û azadiyê pîroz dikin. Kurdan, Newroz di têkoşîna xwe ya her alî de, li gundan, li bajaran, li iîndanan, li her cih û warê jiyanê Newroz kirine çeperê têkoşîna rizgarî û azadiyê.   Li seranserê Kurdistanê agirê Newrozê îro gurtir e. Li başûr û rojavayê Kurdistanê bi rengekî fermî tê pîrozkirin. Li rojhilat û bakurê Kurdistanê jî li gel hemû astengiyên dagirkeran jî dîsa bi wateya xwe tê pîrozkirin û agirê rizgarî û azadiyê gurtir tête hilkirin.   SERHILDANA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ DIDOME   Bi Newrozê ve em dest bi saleke nû dikin. Sala derbasbûyî di hemû waran de bû sala têkoşînê. Li rojhilata Kurdistanê û seranserê Îranê, ev şeş meh in di pêşengiya jinan de bi dûrişma ‘Jin, jiyan, azadî’ serhildaneke mezin pêk tê û hêj jî berdewam e. Li bakur û rojavaya Kurdistanê karesatekî mezin a erdhejê çêbû û bi dehhezaran mirovan canê xwe ji dest dan û bi milyonan mirov mexdûr bûn. Li gel vê rewşê jî, dijminê me êrişên xwe bênavber berdewam dike.    DIJMINÊN ME JI GELEK ALIYAN VE ÊRIŞ DIKIN   Ji niha ve diyare ku wê îsal jî bibe saleke têkoşînên mezin. Dijminên me, ji gelek aliyan ve êriş dikin. Taybetî dewleta tirk, ji bo têkbirina hemû deskeftên gelê me, li Bakur, Başûr û Rojava di nava êrişeke mezin de ye. Dewleta Îranê jî bi hemû awayî gel û çalakvanên me hedef digre. Herçend statûyeke fermî li başûrê Kurdistanê hebe jî lê pirsgirêk berdewamin û rewşa deverên dabirayî nebaşe. Dijminên me jibo lewazkirin û têkbirina vê statuyê, li ser kar in û di nava dek û dolaban de ne. Li rojavayê Kurdistanê jî dagirkerî û êrişên dewleta tirk berdewamin. Rejîma Sûriyeyê jî li derfetan digere. Dixwazin deskeftên gelê me yên li Rojava têk bibin.   Herwiha îsal sedsaliya Peymana Lozanê ye. Dijminên me dixwazin statûya Peymana Lozanê sed salên din jî li ser me ferz bikin. Em jî dixwazin kirasê bi Peymana Lozanê li me hatiye kirin, bi dirînin û parçe bikin. Divê li hemberî planên dijminan em yekitiya xwe xurttir bikin û îsal bikin sala hevgirtin û yekitiyê.   DIVÊ YEKITIYA NETEWEYÎ BÊ XURTKIRIN   Ev rewş erk û wezîfeyên me jî diyar dike. Divê li hemberî hemû dagirkeran tevdîr bên girtin, hêza parastinê bê xurtkirin, êrişên dijminan bêne şikanandin, destkeftên heyî bêne parastin û deskeftên nû bêne bidestxistin. Ji bo van hemûyan divê di sêrî de yekrêziya nav mala kurdî bê avakirin û yekitiya neteweyî bê xurtkirin. Divê em îsal bikin sala azadiyê.    BANGA DAKETINA QADAN   Em, Newrozê di rewşeke wiha de pêşwazî dikin. Em ê Newrozê weke wateya wê, bi ruhê berxwedanê pîroz bikin. Em bang li gelê xwe dikin û dibêjin; weke her salan dakevin qadan û Newrozê bi ruhê berxedanê pêşwazî û pîroz bikin.   Di vê qonaxa girîng a pêvajoya têkoşîna rizgarî û azadiya Kurdistanê da, agirê Newrozê divê bibe ronahiyeke geş a tifaq û yêkitiya gel û neteweya Kurdistanê. KNK bi vê bîr û baweriyê Newroza hemû kurd û kurdistaniyan bi dilgermiya neteweyî û niştimanî pîroz dike.   Dem dema xurtkirina berxwedanêye. Dem dema azadiyê ye.  Newroz pîroz be!”