Bi hezaran kes li Qereyaziyê diherike qada Newrozê 2023-03-20 11:06:59 ERZIROM - Ji bo vêxistina agirê Newrozê bi hezaran kes li Qereyaziyê li pêşiya avahiya rêxistina HDP’ê kom dibe.    Agirê Newrozê yê navçeya Qereyazi ya Erziromê dê li qada vala ya li pêşiya rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeyê bê vêxistin. Qada pîrozbahiyê bi alayên HDP û Partiya Çep a Kesk hatiye xemilandin. Tevî barîna berfê û hewayê sar jî bi sedan kes diherikin qada Newrozê. Li ketina qada Newrozê noqteyeke lêgerînê hatiye danîn û welatî bi flamayên kesk, sor û zer dikevin qadê. Eleqeyeke mezin a jin û ciwanan bo pîrozbahiyê heye.    Bernameya pîrozbahiyê dê bi axaftinên hevserokên rêxistinêna HDP’ê ya bajar û navçeyan dest pê bike. Piştre jî dê Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan biaxive. Hunermend Kadîr Çat û dengbêjên herêmê dê derkevin ser dikê. Tê payîn ku agirê Newrozê ji hêla bavê Hakan Arslan, Alî Riza Arslan vê bê vêxistin ku di salên 2015-2016’an de li Sûr a Amedê jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî 7 sal piştre di tûrikekî de hatibû radestkirin.