Li Stenbolê 224 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan 2023-03-20 12:13:36   STENBOL - Li Stenbolê duh piştî pîrozbahiya Newrozê 46 jê zarok 224 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Duh li Qada Yenîkapiyê ya Stenbolê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” pîrozbahiyek bi heybet a Newrozê hatibû lidarxistin. Piştî pîrozbahiyê polîsan êrişî girseyê kiribû û 46 jê zarok bi giştî 224 kes kiribûn binçavan. Piştî karûbarên îfadeyan ên 224 welatiyan bi dawî bû duh bi şev hatin berdan.