Hevserokê HDP’a Bursayê hate berdan 2023-03-20 12:14:06   BURSA - Hevserokê HDP’a Bursayê Mehmet Dîlek ku di encama serdegirtina malê de hatibû binçavkirin, hate berdan.    Di danê sibehê de polîsan bi ser mala Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Bursayê Mehmet Dîlek de girt û binçav kir. Dîlek, ji bo kar û barên îfadegirtinê birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê. Dîlek, piştî îfadeyê hate berdan.