Newroza Qersê: Li dijî tecrîdê êdî tehemûla me nema ye 2023-03-20 12:32:36   QERS - Parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît di Newroza Qersê de axivî û wiha got: “Ev 23 meh in tu agahî ji birêz Ocalan nayên girtin. Naxwazin hêviya aştiyê çêbibe. Li dijî tecrîda li ser birêz Ocalan êdî tehemûla me nema ye.”    Yek ji navendên Newrozê ku bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk tê pîrozkirin jî Qers e. Newroz, bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” li Gara Qersê hat pîrozkirin. Tevî barîna berfê û hewayê sar jî bi sedan welatî hatin ba hev û bo coşeke mezin Newroz pîroz kirin. Welatiyên ji gundan hatin, ji ber berfê xwe bi zehmetî gihandin navendê. Welatî, ji du noqteyan ketin qada Newrozê. Li qada Newrozê girseyê bênavber dirûşma “Bijî Newroz” berz kirin. Gelek xwendekarên zanîngehê jî tev li pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahiya Newrozê piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.    Hevserokê HDP’a Qersê Cengîz Anli ji ewil axivî û wiha got: “Xelkê Qersê her tim xwedî li vîna xwe derket û dê derkeve jî. Bi destên hev bigirin û xwedî li vîna xwe derkevin. Em Newroza xwe diyarî berxwedêrên zindanan û qurbaniyên erdhejê dikin.”    PAYLAN: EM TÊKOŞÎNA RÛMETÊ DIDIN   Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan jî diyar kir ku rojên zehmet derbas dikin û ev tişt anî ziman: “Lê tevî vê jî em li dijî zilmê li ber xwe didin û ser pêyan e. Tevî zilma zalim jî we gavek paşve neavêt. Em kurd in, tirk in, terekeme ne û beriya her tişekî mirov in. Tevî hemû hewldanên parçekirinê jî me li dijî zilmê bi hev re li ber xwe da û dê bi hev re li ber xwe bidin. Em ê roja 14’ê gulanê weke cejnekî pîroz bikin û dawî li vê tarîtiyê bînin. Ew dibêjin qey dema bi hezaran kes xistin zindanan em ê bitirsin û paşve gavê biavêjin. Em têkoşîna rûmetê didin. Em ê li Tirkiyeyê wekheviyê pêk bînin. Em bi hev re dê bi ser kevin. Xwe amade bikin ku heta roja hilbijartinê em bi hev re bixebitin.”    ‘NEWROZA HESABPIRSÎNÊ’   Piştre jî Parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît bi dirûşma “jin, jiyan, azadî” derket ser dikê û wiha axivî: “Ji ber erdhejê em vê Newrozê xemgîn pêşwazî dikin. Em di şînê de ne û bihêrs in. Em dizanin bê ka kê em kuştine. Vê îktîdara faşîst em kuştin. Vê îktîdara ku rantxwir, vê îktîdara mirov û xwezayê tune dihesibîne em kuştin. Em heqê xwe li we helal nakin û hûn dê hesabê bidin. Em vê Newrozê weke Newroza hesabpirsînê pîroz dikin.”    ‘TEHEMÛLA KURDAN NEMA YE’   Bi domdarî Koçyîgît bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev bû 23 meh em tu agahiyan ji birêz Abdullah Ocalan nagirin. Deriyên Îmraliyê hatine girtin. Naxwazin dengê birêz Ocalan were bihîstin û hêviya aştiyê çêbibe. Êdî tehemûla gelê kurd ji tecrîdê re nema ye. Ji bo ku tecrîd bi dawî bibe û girtiyên siyasî bên berdan em ê di 14’ê gulanê de bi ser kevin.”    Piştî axaftinan jî agirê Newrozê hate vêxistin. Pîrozbahiya Newrozê bi stranên hunermend Kasim Taşdogan bi dawî bû.