Cizîr ji bo Newrozê amade ye 2023-03-20 16:20:39   ŞIRNEX - Pîrozbahiya Newrozê ya Cizîrê dê sibe were lidarxistin. Amadekariyên Newrozê bi dawî bûn û rêxistinên herêmê banga tevlibûnê li gel kirin.    Yek ji navendên ku dê sibe bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” Newroz lê were pîrozkirin jî navçeya Cizîr a Şirnexê ye. Amadekariyên Newrozê hefteyek berê hatibûn destpêkirin û îro bi dawî bûn. Endamên Komîteya Amadekar a Newrozê, Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, endam û rêveberên rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan, rêveberên DBP’a Şirnexê, Partiya Çep a Kesk, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJA’yê li navçeyê belavok belav kirin û gel vexwendin pîrozbahiya Newrozê.    Di dema belavkirina belavokan de tililî hatin avêtin û dirûşma “Newroz pîroz be” hate berzkirin.