Li Parka Newrozê dîmenên dagirkeriyê! 2023-03-21 10:40:45   AMED - Li Parka Newrozê ya Amedê polîsan bi têlên direhî hewl didin sehne û qada Newrozê ji hev veqetînin û mîna dîmenên dagirkeriyê xuya dike.    Îsal Newroza bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” ku fînala wê li Amedê tê lidarxistin, bi deh hezarna xelkê Amedê diherikin qadê. Piştî ku li qadê lêgerîna bombeye hat kirin, xelk saet di 09.30’an dest bi hatina qadê kir. Lê sepanên Midûriyeta Polîsan ku li qada Newrozê çêkirine adeta dîmenên dagirkirinê dide nîşan dan.    Bi sedan polîs li derûdora dika Newrozê hatin bicihkirin. Mîksera deng bi bariyeran hat dorpêçkirin û adeta veguherandine kafesek ji hesinan. Gelek polîs li ser vê mîkserê tên sekinandin. Li qadê her cara ku dengê dirûşmeyan olan dide, polîs mudaxileyî tonmaîsterê dikin.    Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca jî li ber pergala deng ku hatiye dorpêçkirin disekine. Polîsan di navbera dikê û qada Newrozê de bariyeran û têlên direhî çêkirine. Bilindahiya têlan 5 metre ye. Gelek polîsên çevîk kuvet li ber têlan hatin bicihkirin.