Newroza Golanê: Dengê me li çar aliyê cîhanê tê bihîstin 2023-03-21 13:29:50 ERDEXAN - Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum di Newroza li navçeya Golanê de axivî û got: “Em li çar aliyên cîhanê dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ dibihîzin. Vaye em bi vê hêzê bawer in.”    Xelkê navçeya Golanê ya ErdexanÊ Lİ BER AVAHİYA Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Golanê kom bûn û bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” Newrozê pîroz kirin. Parlamenterên HDP’ê Mûrat Sarisaç û Zuleyha Gulum û gelek kes tev li pîrozbahiyê bûn. Bernameyê bi rêzgirtina ji bo qurbaniyên erdhejê û cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Piştre agirê Newrozê hat pêxistin.    'EM Ê ZILMA WAN TÊK BIBIN’    Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç ewilî axivî û got: “Agirê bi sê darikên niftikê li Zindana Amedê dest pê kir, heta îro gur dibe. Kawayê Hesinkar li dijî Dehaqan li ber xwe da. Dehaqên roja me ya îro zilma xwe didomînin û Kawayên Hemdemîn li dijî wan têdikoşin. Newroz berxwedan û azadî ye. Me hêrsa xwe li anî qadên Newrozê. Em ê hesabê zilmê ji îktidara AKP-MHP’ê bixwazin.”    AZADIYA OCALAN    Sarisaç bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Em dikarin bi ruhê agirê Newrozê birêz Ocalan azad bikin.”    'DENGÊ ME LI CÎHANÊ TÊ BIHÎSTIN’    Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum jî axivî û bal kişand ser zextên li gelê kurd tên kirin û got: “Bila kes ne li bende be ku em ê serê xwe li ber zilmê bitewînin. Em ê polîtîkayên we şer qebûl nekin. Me li dijî zilmê her li ber xwe da. Em ê di hilbijartinê hesabê zilmê ji wan bixwazin. Em ê wan ji qesrên wan bixînin. Têkoşîna azadiyê ya jinan jî didome. Em li çar aliyên cîhanê dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ dibihîzin. Vaye em bi vê hêzê bawer in.”    Piştî axaftinan pîrozbahî li ber stranan hat bidawîkirin.