Ji Mizrakli nameya Newrozê: Teqez em ê bi ser bikevin 2023-03-21 13:56:10   AMED - Hevşaredarê Amedê yê girtî Dr. Selçûk Mizrakli name şand Newroza Amedê û bal kişand ser yekitiyê û got: “Teqez em ê bi ser bikevin.”    Gelê Amedê bi ruhê azadiyê bû lehî û herikî qada Newrozê. Li qada ku tije bûye bênavber dilsoziya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re tê ziman û daxwaza azadiya wî tê kirin.    Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Dr. Selçûk ê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û niha li Girtîgeha Edîrneyê ye peyama piştevaniyê şand Newroza Amedê.   Mizrakli bi gotina “Silav Ameda Gulistan” dest bi peyama xwe kir û got: “Hezar silav Ameda berxwedêr. Aliyekî me şîn e û dengê lorînên lorandinan tê û aliyekî me coş e. Wê pêşiya van rojên teng vebibe û wê her tişt cihê xwe ji piştevanî, rêxistinbûna me û yekitiya me re berde. Wê zarokên Kawa azadiyê û aştiyek bi rûmet bînin. Teqez em ê bi ser kevin. Serkeftin!”