‘Em ê bi agirê Newrozê biherikin ser sindoqan’ 2023-03-21 13:59:22   AGIRÎ - Welatiyên li Panosê agirê Newrozê vêxistin, bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û anîn ziman ku wê bi agirê Newrozê biherikin ser sindoqan.    Li navçeya Panosa Agiriyê pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin. Gelê ku bi otobusên Şaredariya Panosê ya HDP’î çû qada li otogara navçeyê ya Panosê bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin. Beriya bernameya Newrozê di navbera polîsên ku dîmen dikişandin û ciwanên bertek nîşanî wan dan de nîqaş derket. Di gengeşiyê de ciwanan dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” , “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Zindanan” berzkirin û bertek nîşan dan. Piştî ku parlamenterên HDP’ê Mûazzez Orhan û Abdûllah Koç ketin navberê gengeşî bi dawî bû. Bernameya Newrozê bi axaftinên Hevserokên HDP’a Panosê dest pê kirin. Li qadê her tim dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hate berzkirin.    Dû re parlamentera HDP’ê Mûazzez Orhan axivî û got ku “Newroz cejna vejînê, berxwedana li dijî zilmê, li dijî Dehakan serhildane”. Orhan bi ruhê Mazluman, Rehşanan, Zekiyeyan Newroza herkesê pîroz kir. Orhan, da zanîn ku Newroza îsal ji ber erdheja navenda wê Mereş bi hêrs û xemginî pêşwazî dikin û wiha got: “Em ji wan kesên bi hezaran canên me di bin kavilan de hiştin û terkî mirinê kirin re dibêjin; em ê hesaba vê ji we bipirsin. Ew roj nêz in yên wê hêzê nîşan bidin îro li qadên Newrozan in. Orhan di dema diaxivî dirûşmeya “Ji zindanan re azadî” hate berzkirin, Orhan li dijî vê dirûşmeyê ev tişt gotin: “Em ê di serî de birêz Ocalan, Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak û Demîrtaş hemû hevalên xwe azad bikin. Em bi zextan têk naçin, em li vir in û em ê li vir bin.”   POLÎTÎKAYÊN ŞER    Orhan a balkişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi lêv kir ku desthilat hewl dide bi polîtîkayên tecrîd û şer zextan li gelan bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sedemê bingehîn ê hemû pirsgirêkên civakî yên niha li Tirkiyeyê diqewimin polîtîkayên tecrîdê yên li ser Birêz Ocalan in. Ev desthilat ji tecrîd û şer sûdê digire. Em ê vê desthilatê di sindoqan de bifetisînin. Ev hilbijartin wê bibe hilbijartina sedsalê. Ev hilbijartin wê bibe têkoşîna azadiya gelê kurd. Ji ber vê yekê gelek girîng e. Em we hemûyan vedixwînin ku xwedî li sindoqan derkevin. Ji ber vê yekê em ê bi agirê Newrozê bi herikin ser sindoqan.”   AMEDSPOR   Parlamenterê HDP’ê Abdullah Koç jî gotina Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ya “Cihekî bi navê Amed nîne” bi bîr xist û wiha got: “Kesekî faşîst derdikeve û dibêje ku cihekî bi navê Amedê nîne. Amed bi deh hezaran sal in li vir e hûn tune bûn hûn. Panos heye, Agirî heye, Sîpan heye lê tenê ya tune hûn in.”   ‘TECRÎDÊ ŞERMEZAR DIKIN’   KoÇ ê Cejna Newrozê li hemû girtiyên siyasî pîroz kir wiha berdewam kir: “Bi hezaran hevalên me di girtîgehan de ne. Em ji vir bi agirê Newrozê wan silav dikin. Hûn dizanin 2 salan bêhiqûqiyek heye. Parêzer û malbat nikarin biçin Îmraliyê. Polîtîkaya tecrîdê ya li dijî Birêz Ocalan kûr dikin. Em vê zilmê şermezar dikin. Yekane rêya çareseriya pirsgirêka kurd a li vî welatî di rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan de derbas dibe.”   Koç, axaftina xwe bi gotinên Yilmaz Guney bi dawî kir: “Xizantî û hêsirên çavan ne qedera gelê kurd e. Bila dost û dijmin her kes bizane ku em ê serbikevin em ê teqez serbikevin.”   Piştî axaftinên hatin kirin Dayika Aştiyê Cedîde Yilmaz agirê Newrozê pêxist.    Newroz bi derketina ser dikê ya stranbêjên herêmê didome.