Nisêbîna rengîn agirê azadiyê pêxist: Gel azadiya birêz Ocalan dixwaze 2023-03-21 15:07:15   MÊRDÎN - Newroza Nisêbînê ku bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” dest pê kir, bi peyama azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bû.   Bi deh hezaran kes beşdarî Newroza Nisêbîna rengîn bi dawî bû. Nisêbîna rengîn ku yek ji navçeyên Newrozê mohra xwe lê daye, bi coşek mezin pîrozbahî hat lidarxistin. Xelkê Nisêbînê bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” bi cil û bergên xwe yên netewî herikîn qadê û ji zarokan bigire heta kal û pîran qadê tije kirin.    Dirûşmeyên wek, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Kurdistan”, “Jin Jiyan Azadî” û “Her der Newroz, her dem azadî” kêliyek jî ji qadê kêm nebû û Nisêbîniyan hewl da dengê dirûşmên wan biçe Qamişloyê.    AZADKIRINA OCALAN    Ewilî Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî axivî û destnîşan kir ku ev Newroz hesab pirsîna ji îktidara AKP-MHP’ê ye û got : “Desthilatdarî di erdhejê de têkçûyîna xwe amade kir. Êdî gel vê hikûmetê naxwaze û dê li ser sindoqan bersixa xwe bide. Em ê vê Newrozê bikin Newroza azadiya birêz Abdullah Ocalan. Em ê tecrîdê rakin. Êdî divê birêz Ocalan azad bibe.”    GUNAY: GEL AZADIYA OCALAN QÎR DIKE    Berdevka HDP’ê Ebru Gunay jî axivî û balê kişand ser tecrîda girankiriya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Hêz û coşa ku bi 8’ê Adarê dest pê kir bi Newrozê gihîşt asata herî jor. Lê wê serkfetina mezin bi hilweşîna faşîzmê pêk were. Em ê di hilbijartina 14’ê Gulanê de hesab ji îktidarê bixwazin û faşîzma AKP-MHP’ê biqewirînin. Yên ku şerm û îstîfa nakin wê li ber têkoşîna gelan bitirsin û biçin. Hilbijarta 14’ê Gulanê ji bo me xwedî roleke girîng e. Em jî bi rol û wezîfeya xwe rabin û heta roja 14’ê Gulanê bixebitin. Lê guhertina esasî şikandina tecrîdê ye. Gel azadiya birêz Ocalan dixwaze û li dora agirê Newrozê dengê welatiyan a ji bo azadiya birêz Ocalan berz dibe. Desthilatdarî her çiqas di polîtîkayên tecrîdê de bi israr be jî bi ser nakeve. Ji ber ku birêz Ocalan çareseriyê, aştiyê û demokrasiyê dixwaze.”    Pîrozbahiya Newrozê li ber stranên hunermend Mervan Tan bi dawî bû. Gel bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” ji qadê belav bû.