Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Dengê Ocalan bû hêviya azadiyê 2023-03-21 15:50:28 AMED - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di Newroza Amedê de axivî. Ozturk, bertek nîşanî agahînegirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û wiha got: “Dengê birêz Ocalan li Rojhilata Navîn bû hêviya azadiyê.” Fînala Newroza ku diyarî qurbaniyên erdheja Mereşê hatiye kirin, li Amedê hate dayîn. Bi sedhezaran kesan qada Newrozê tije kirin. Serhildana gel a li qada Newrozê her ku diçe mezintir dibe. Girseya li qadê daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dike û bênavber dirûşma “Bijî Serok Apo” berz dike. Li qada ku jin û ciwanan tije kiriye, govenda berxwedanê tê gerandin.    ‘EM BI AWAZÊN XWE BARÊ TÊKOŞÎNÊ HILDIGIRIN’   Koma Îsyan Ateşî di Newroza Amedê de derket ser dikê û ji bo qurbaniyên erdhejê stran got. Solîsta Koma Îsyan Ateşiyê Melîsa Yilmaz wiha got: “Ji agirê serhildanê bo kesên agirê Newrozê vêxistin hezaran silav. Di karesata erdhejê de bi sedhezaran mirovên me di bin kavilan de man. Windahiy^ne me yên mezin çêbûn û em êşa gelê xwe hîs dikin. Lê em baş dizanin ku berpirsyarên ewqas mirin û wêraniyê xweza nîne. Berpirsyar ev pergale ye ku ji bo rant û kar jiyana mirovan tune hesiband. Yên ku erdhej veguherandî komkujiyê erdhej weke firsendek bi kar anîn û bi her awayî êrişî gelê me kirin. Me jî bi awazên xwe yên bi ruhê Newrozê hatine amadekirin ev têkoşîna şoreşgerî hilgirt. Em Kawayê Hesinkar in ku li dijî zilma Dehaq bûbû agirê serhildanê, çar dilên Zindana Amedê ne ku bi agirê bedena xwe bo gel bûn sîper, her wiha Îbrahîm Kaypakkaya ne ku di îşkencexaneyan de ser da lê riz neda ne.”    OZTURK: REWŞA WAN A NIHA NÎŞANEYA ÎFLASÊ YE   Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî qada Newrozê bi kurdî silav kir û wiha got: “Merhaba bajarê berxwedanê. Ez we bi berxwedana Mazlum Dogan silav dikim. Newroz pîroz be. Em bi erdhejeke mezin re rû bi rû man. Me gelek mirovên xwe winda kirin, bi hezaran kes jî birîndar bûn. Lê belê em ê hesaba vê bipirsin. Ev îktîdar teqez dê hesaba vê bide. Ez şehîd Kemal Kurkut bi bîr tînim û li vir careke din dibêjim ku dê hesaba wî bipirsin. Em ê bi berxwedana gelê xwe hesabê bipirsin. Têkçûna wan nêz e. Dê rûyê wan ê qirêjî derkeve holê. Rewşa heyî nîşaneya îflasa wan e. Hûn çi bikin jî dê nekarin vê encamê biguherînin.”    ‘GEL DÊ TECRÎDÊ QEBÛL NEKE’   Bi domdarî Ozturk ev tişt anî ziman: “Rêya demokrasiyê ji Amedê derbas dibe. Ev der dilê kurdan e. Demokrasî, qada Amedê ye. Divê li dijî vî gelî cidî tevbigerin. Ji 5’ê nîsana 2015’an heta niha tecrîda li ser birêz Ocalan ku ji bo gelê kurd, gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê kesayetekî girîng e, giran kirin. Dengê birêz Ocalan li Rojhilata Navîn bû hêviya azadiyê. Fikrên wî bûn hêviya azadiyê. Gelê me dê vê tecrîdê êdî qebûl neke. Ji birêz Ocalan ev bû du sal ku tu agahî nayên girtin. Ji dengê birêz Ocalan ditirsin. Pêşeroja gelên Tirkiyeyê tune dikin. Ji 5’ê nîsanê heta niha şer xistine meriyetê. Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin. Ev îktîdar, îktîdareke dermirovî ye. Bi zîhniyeta dagirkeriyê hewl dide statûya kurdan ji holê rake. Dijminatiya kurdan dikin.”    EM Ê DI HILBIJARTINÊ DE HESABÊ BIPIRSIN    Di berdewamê de Ozturk bal kişand ser hilbijartinên 14’ê gulanê û ev tişt anî ziman: “Hilbijartinên 14’ê gulanê gelek girîng in. Em ê di hilbijartinê de ji vê pergala faşîst û rizî hesabê bipirsin. Ew roj êdî derbas bûn. Bila ev jî soza me be, dawiya vê zîhnniyetê hat.”    ‘HÛN NIKARIN BI ZEXTAN ENCAMEKÎ BI DEST BIXIN’   Ozturk, da zanîn ku girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yên ku têkoşîna Xeyriyan, Sarayan didomînin dê dev ji têkoşînê bernedin. Hûn nikarin bi van zextan encamekî bi dest bixin. Em li vir careke din hemû girtiyan silav dikin.”