Li ser rêya Colemêrg û Wanê qezaya trafîkê çêbû 2023-03-21 16:09:28   COLEMÊRG - Li navçeya Payîzava ya Wanê otobûsa ku werzîşvan tê de bûn qeza kir. Di encama qezayê de gelek werzîşvan birîndar bûn.    Otobusa bi pîleqeya 30 AAC 131 ku ji Colemêrgê ber bi Wanê ve diçû, li ser rêya bêjahiyê ya Wan û Colemêrgê li herêma Xoşebê qeza kir. Otobusa ku werzîşvanên tîma voleybolê ya Kûluba Xebatên Sportîf a Colemêrgê ya di Lîga 1’emîn a Endustriyê ya Alparslan têdikoşe tê de bûn, dema li herêma Xoşebê ya navçeya Payîzavayê di rê de diçû ji ber barana barî di rê de tehisî û teqle avêt.    Di qezayê de gelek werzîşvan birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansên hatin herêmê sewqî nexweşxaneyên cuda yên bajêr û navçeyan hatin kirin. Tîmên cendermeyan li cihê bûyerê bergiriyên ewlehiyê wergirtin. Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.