Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin 2023-03-22 10:56:38   ÎZMÎR - Polîsan di saetên serê sibê bi ser gelek malan de girtin û endama MYK’a HDP’ê Îdîl Ûgûrlû jî di nav de 7 kes binçav kirin.    Li Îzmîrê polîsan di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin û endama MYK’a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îdîl Ûgûrlû û Dayika Aştiyê Behiye Yalçin di nav de herî kêm 7 kes binçav kirin. Kesên ku nehat zanîn ji ber çi hatine binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Îzmîrê.    Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: Endama MYK’a HDP’ê Îdîl Ûgûrlû, Berdevka Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê Behiye Yalçin, Selma Demîr, Berfîn Çîçek, Bariş Kirmizitaş, Hayat Îzgî û Newroz Çelîk.