Li bajarên Ewropayê coşa Newrozê 2023-03-22 11:24:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên Ewropayê Newroz hate pîrozkirin û daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate kirin.    Li gelek bajarên Ewropayê Newroz bi girseyî hate pîrozkirin. Bi dehhezaran kes li qadên pîrozbahiyê hatin ba hev û daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate kirin.    ALMANYA    Li bajarê Heîlbronn ê Almanyayê bi sedan kes hatin ba hev û Newroza xwe pîrozkirin. Pîrozbahî, bi vêxistina agirê Newrozê dest pê kir. Hunermendên herêmî derketin ser dikê û girseyê li ber stranan xelekên govendê gerandin.    Kurd, beluc, faris, azerî û tirkên li bajarê Bîlefeld ê Almanyayê jî hatin ba hev û Newroz bi meşekê pîroz kirin. Pîrozbahî, bi meşa li pêşiya Stasyona Navendî ya Bîelefeldê dest pê kir. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Bijî Newroz”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Meş, heta Qada Keselbrinkê berdewam kir.    Girseyê li qadê agirê Newrozê hi kir û heta saetên dereng jî li ber muzîk û erbaneyê govend gerandin.    Li bajarên Kîel û Mannheîm ên Almanyayê, li bajarê Toulousê yê Fransayê û li bajarê Viyana ya Awûsturyayê jî Newroz hate pîrozkirin.    ÎTALYA   Li bajarê Parma yê Îtalyayê Newrozeke bicoş hate pîrozkirin. Pîrozbahî, bi pêşengtiya Komîteya Kurd û Tora Piştevaniya Kurdistanê ya Reteyê ve hate organîzekirin. Pîrozbahî, piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî axaftin hatin kirin û axêveran bal kişand ser girîngiya dîrokî ya Newrozê û peyamên piştevaniyê yên bi gelê kurd û mexdûrên erdhejê re hatin dayîn. Di pîrozbahiyê de stranên kurdî û îtalî hatin gotin, govend hatin gerandin û bi dirûşma “Bijî Newroz” bi dawî bû.    MARSÎLYA    Çalakiya ciwanan ku li kolanên Marsîlyayê bi stran û govendan domandin, bi meşeke meşaleyî dest pê kir. Ciwanên ku li kolanan ala li ba kirin, Sirûda Çerxa Şoreşê gotin. Ciwanên ku ber bi qada Newrozê ve meşiyan, bi fîşekên hewayî hatin pêşwazîkirin.   Li vê derê li ser navê ciwanan daxuyanî hate dayîn. Ciwanan xwest ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û gotin ku dê îsal bikin sala azadiya fîzîkî ya Ocalan.    FRANSA    Bi dehan ciwanên li banliyoya Drancy ya Fransayê bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ji bo pîrozbahiya Newrozê herikîn qadê. Ciwanên ku li pêşiya Komeleya Drancy’ê hatin ba hev, li ber stranan govend gerandin. Li ser navê ciwanan daxuyanî hate dayîn û pîrozbahî nêzî du saetan domiya. Pîrozbahî bi dirûşma “Ciwan fedaiyên Rêberê Apo ne” bi dawî bû.    Kurdên ku li bajarê Toulus ê li başûrê Fransayê hatin ba hev, Newroza xwe pîroz kirin. Piştî axaftinan, agirê Newrozê hate vêxistin û li dora agir govend hate gerandin. Farqîn Azad û Hozan Devrîm derketin ser dikê û heta saetên dereng stran gotin.    YEWNANISTAN   Li paytexta Yewnanistanê Atînayê jî bi pêşengtiya Navenda Çanda Kurd a Demokratîk û TCŞ’ê pîrozbahî hat lidarxistin. Pîrozbahî li Qada Proto Maio (1’ê Gulanê) hat lidarxistin û komên çepgir, sosyalîst û anarşîst jî tev li bûn.    Hunermend Dilovan û hunermendên herêmî derketin ser dikê. Li gel hunermendan, her wiha Koma Folklorê ya Şehîd Dîdar Harûn jî derket ser dikê. Newroz, bi coş û kelecaneke mezin domiya û bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Newroz” bi dawî bû.    HOLLANDA    Li paytexta Hollandayê Amsterdamê jî gelê kurd hate ba hev û li qada Leidseplein a li navenda bajar Newroza xwe pîroz kir. Axêveran di pîrozbahiyê de daxwaza azadiya Ocalan kirin û piştre jî govend gerandin. Gelemperiya beşdaran ciwan bûn û pîrozbahî bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.    BELÇÎKA   Li bajarê Gent ê Belçîkayê jî kurdan û dostên wan agirê Newrozê vêxistin û bi coşeke mezin pîroz kirin. Li ser navê PYD û NAVBEL’ê axaftin hatin kirin û koma Kongreya Rojava ku ji hêla enternasyonalîstan ve hatiye avakirin jî tev li pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de hunermendê TEV-ÇAND’ê Xelî Sadiqî derket ser dikê.    SWÎSRE   Yek ji bajarên Swîsreyê yê ku Newroz lê hatiye pîrozkirin jî Bîel bû. Gelê kurd bi hemû rengên xwe tev li pîrozbahiya Newrozê bû. Kurdên ku li pêşiya stasyona trenê ya navendê hatin ba hev, li vir meşek li dar xistin û xwe gihandin Kongrehausê ku pîrozbahî lê dihat lidarxistin. Piştî axaftinan jî pîrozbahî bi dawî bû.    Li bajarên Winterthur û Bruggê û li Kantona Aargau yên Swîsreyê jî pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin.    Li bajarê Cinevê piştî meşê pîrozbahî hate lidarxistin. Kurdên ku li Qada Mont-Blancê hatin ba hev, meşek li dar xist. Bi taybet jî endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û aktîvîstên Teko-Jinê bi ruhekî berxwedêr xwedî li Newrozê derketin û li kolanên Cinevê qederê saetekê bi dirûşman meşiyan.    Hevseroka CDK’ê ya Cinevê Mulkiye Aşirbayev cejna Newrozê li gelê ku xwe gihandinê Qada Palanpalaisê pîroz kir û bal kişand ser girîngiya dîrokî. Piştî axaftinan jî gel dest bi pîrozbahiyê kir.    AWÛSTURYA   Li Viyanayê bi pêşengtiya FEYKOM’ê pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Pîrozbahî li Resselparkê dest pê kir û Yekitiya Xwendekarên Kurd (YXK) jî tev li pîrozbahiyê bû. Di axaftinên pîrozbahiyê de girîngiya Newrozê ya ji bo gelê kurd û gelên herêmê hate vegotin û bi taybet jî li ser serhildana “Jin, jiyan, azadî” a li Îranê hate sekinînin.    Berdevka HDP’ê ya Almanyayê Leyla Îmret jî tev li pîrozbahiyê bû.    Di çalakiyê de Koma Rojava û Koma Hîvron derketin ser dikê û stranên xwe pêşkeş kirin.