Li ser gora Jîna Emînî meşaleya Newrozê hate vêxistin 2023-03-22 11:59:23 WAN - Ji ber Newrozê li ser gora Jîna Emînî ya li Îranê hate qetilkirin meşaleyên Newrozê hatin vêxistin û stranên berxwedanê hatin gotin.    Li ser gora Jîna Emînî ya li Îranê hate qetilkirin, li bajarê Seqizê bi boneya Newrozê meşale û find hatin vêxistin. Malbata Emînî û sedan kesên ku di 21’ê Adarê de hatin gelhev, li ser gora Emînî meşale vêxistin û bi awayekî girseyî stranên berxwedanê gotin.    Jina kurd Jîna Emînî ya ji Rojhilatê Kurdistanê di 13’ê îlonê de ji aliyê hêzên “Geştî Îrşad” ve îşkence lê hate kirin. Emînî ya li nexweşxaneyeke li Tehranê hate dermankirin, di 16’ê îlonê de jiyana xwe ji dest da. Ji roja Emînî li bajarê Seqizê hate veşartin ve li Îranê ji pêşengtiya jinan bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” çalakî tên lidarxistin.