Malbata Şenyaşar: Yildiz di bin parastina parlamenterê AKP’î de emeliyat bûye 2023-03-22 13:56:50 RIHA - Îbrahîm Yildiz ku yek ji kujerê Malbata Şenyaşar bû her çiqas 5 sal in derbarê wî de biryara girtinê hebû jî nedihat dîtin û di nexweşxaneya ku lê dihat tedawî kirin jiyana xwe ji dest dabû. Ferît Şenyaşar bal kişand ser mirina Yildiz û got: “Yildiz biraziyê parlamenterê AKP’î ye û di bin parastina wî de ameliyat bû ye.”   Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 730’an de berdewam dike.    Dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar li mala xwe ya navçeya Pirsûsê bi rê ke tin û hatin li ber Edliyeya Rihayê. Malbatê li ber pankarta ku li ser “Ji bo malbata Şenyaşar edalet” dinivîsî çalakiya xwe domandin. Her wiha dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar dowîzên ku li ser ‘Edalet’ dinivîsî jî hilgirtin. Li vir Ferît Şenyaşar axivî û bi bîr xist ku wan sala par rojiya xwe li ber edliyeyê girti bû lê dayik dixwazê ku îsal di nava neviyên xwe de li malê rojiya xwe bigire û anî ziman ku heke edalet pêk neyê wê îsal jî rojiya xwe li ber edliyeyê bigirin.    'SKANDALEKÊ HIQÛQÎ YE’   Şenyaşar, bal kişand ser Îbrahîm Yildizê ku ji ber kuştina Celal Şenyaşar û birîndarkirina Adil Şenyaşar 5 salan biryara girtina wî hebû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da û wiha got: “Biraziyê wekîlê ku biryara girtina wî heye dikare bizewice, zarokek çêbike, li nexweşxaneyeke taybet emeliyat bibe û dema li ber mirinê ye dewlet wî digire û piştî ku dimire teslîmî malbatê dike. Ev skandalek hiqûqî ye. Li vir ez bang li wezareta dadê û wezareta tenduristiyê dikim; Em der barê vê bûyerê de daxuyaniyeke fermî dixwazin. Bila rayedarek derkeve û bibêje ev gotin ne rast in. Berpirsiyarê komkujiyê wekîl û malbata wî ne. Biraziyê wekîl ku biryara girtina wî heye, dikare biçe nexweşxaneyê û di bin parastina wekîl de emeliyat bibe. Em di doza xwe de mafdar in, em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin, heta edalet pêk neyê em ê li ber edliyeyê bin.”   ‘HETA EDALET PÊK WERÊ EZ Ê LI BER EDLIYEYÊ RÛNIM’   Pişt re dayik Emîne Şenyaşar axivî û diyar kir ku heta edalet pêk neyê ew ê li ber edliyeyê rûnin û wiha got: “3 em sal in em li ber edliyeyê rûdinin. Kurê min 5 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Min par rojiyên xwe hemû li vir girtin, heke edalet pêk neyê ez ê îsal jî li vir rojiyên xwe bigirim. Guneha me di stûyê wan de ye. Wijdanê wan tune ye, ez neviyên xwe li malê dihêlim û li vir rojiya xwe vedikim.”