Ji bo dosyaya jinên binçavkirî biryara bisînorkirinê hate dayîn 2023-03-22 14:17:56   ÎZMÎR - Ji bo dosyaya jinên li Îzmîrê hatin binçavkirin biryara bisînorkirinê hate dayîn. Ji binçavkiriyan Bariş Kirmizitaş bi şertê kontrola edlî hate berdan.    Di saetên serê sibehê de li Îzmîrê bi ser gelek malan de hate girtin û di encamê de Endama MYK’a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îdîl Ugurlu, Dayika Aştiyê Behiye Yalçin, Selda Demîr, Berfîn Çîçek, Hayat Îzgî, Newroz Çelîk û Bariş Kirmizgul hatin binçavkirin.    Hat zanîn ku ji binçavkiriyan Bariş Kirmizitaş bi hinceta “Îfadeyên şahidên eşkere û nepen” hatiye binçavkirin. Kirmizitaş piştî karûbarên îfadegirtinê, sewqî Edliyeya Îzmîrê hate kirin. Dozgeriyê îfadeyê Kirmizitaş wergirt û bi sedema ku demek berê jî bi heman sedemê hatibû binçavkirin, bi daxwaza berdana bi şertê kontrola edlî sewqî dadgeriyê kir. Dadgeriya Cezayên Silhê jî bi şertê kontrola edlî biryara berdanê da.    Binçavkiriyên din jî niha li Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê tên ragirtin.    JI BO DOSYAYÊ BIRYARA BISÎNORKIRINÊ   Parêzeran bi 5 binçavkiriyan re hevdîtin kirin. Parêzeran da zanîn ku li ser dosyayê biryara bisînorkirinê heye lewma nekarîn sedema binçavkirinê hîn bibin. Parêzeran destnîşan kir ku ji bo Berfîn Çîçek 24 saetan biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatiye dayîn lewma nekarîne pê re hevdîtinê bikin.    JIN JI PIŞT VE HATIN KELEMÇEKIRIN   Parêzeran diyar kir ku di dema binçavkirinê de jin rastî mimaleyeke xerab hatine, ji pişt ve hatine kelemçekirin û wisa birine emniyetê.